Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya trênê ya li navçeya Garmisch-Partenkirchena Elmanyayê de 4 kes mirine.
Li gor nûçeya Deutsche Welle (DW), îro (3ê Hezîranê) saet 12:20ê serê sibê li gorî saeta herêmê, li eyaleta Bavyera ya li başûrê Almanyayê trêneke rêwiyan ji rê derketiye û herî kêm 4 kes mirine û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa 15 kesan giran e.
Di daxuyaniya destpêkê a ku piştî bûyerê hat dayîn de hatibû ragihandin ku di qezaya trênê de herî kêm 60 kes birîndar bûne.
Berdevkê Polîsan ji ajansa nûçeyan a dewletê dpayê re axivîye û diyar kiriye ku trên ber bi Munîh, paytexta eyaleta Bayernê ve diçû û heta niha nehatiye zanîn bê ka sedema qezayê ji ber çi bûye.
Nûçegihanê ARDyê Martîn Breîtkopf der barê bûyera ku hin vagonên trênê ji rê derketine û beşekî trênê qulipîiye li ser hesabê xwe yê Twitterê bi wêneyek parve kiriye û wiha gotiye: "Xebatên rizgarkirinê dewam dikin.”
#zugunfall #garmischpartenkirchen #oberland auf der Bahnstrecke zwischen Farchant und GarmischPartenkirchen kam es zu einem schweren Zugunglück @br24 - Einsatz läuft - weitere Infos liegen noch nicht vor #br_oberbayern #br_oberland pic.twitter.com/FRRh0x7yUh
— Martin Breitkopf (@MartinBreitkopf) June 3, 2022
(SD/AY)