Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Cinazeya parêzer Şerafettîn Kaya ku di nava tevgera siyasî ya Kurd de kesayetekî rêzdar e, ji Elmanyayê anîne Mûşê, bajarê ku lê dayîk bûye û li wir binaxkirin e.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Çoşkun, Parlamenterên Mûşê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Parlamenterê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, rêxistina HDPê ya Bajarê Mûşê, parêzerên baroya Mûşê û endamên malbatê tevlî merasîma binaxkirinê bûne.
Derbarê Şerafettîn Kayayî de
Kaya di 1ê Kanûna Pêşiya sala 1933an de li Gimgimê, navçeya Mûşê ji dayik bûye û perwerdeya xwe ya destpêkê li Mûşê wergirtiye. Di sala 1951an de Dibistana Dersdêriyê ya Erzîromê qedandiye û demeke dersdêrî kiriye. Di sala 1962an de Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qedandiye û dest bi parêzeriyê kiriye. Piştî darbeya 12ê Adara 1971an parêzeriya gelek girtiyên siyasî kiriye. Di dema darbeya leşkeri ya 12ê Ilona sala 1980an de hatiye desteserkirin û îşkence pê kirine. Di dozên ku Kurd tê de dad dibû de him weke parêzer him jî weke bersûc hatiye naskirin. Di Girtîgeha Bi Hejmar 5 ya Amedê de rûbirûyê îşkenceyê bûye û weke parêzerekî di eşkerekirina îşkenceyê de roleke girîng lîstiye.
Kayayî pirtûkek bi navê “Li Amedê Îşkence” nivîsiye. Di salên 1990î de çûye Almanyayê û heta dawiya jiyana xwe li wir jîya ye.(AEK/AY)