Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Mûrat Kûseyrî demeke dirêj bû li Îsvîçreyê dijiya. Kûseyrî li nexweşxaneyekî Stockholmê derman dibû û di saet 05.00ê vê sibehê de li nexweşxaneyê koça dawî kiriye. Kûseyrî 66 salî bû.
Rojnameger Kuseyriyê ku di serî de di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), rojnameya Evrensel û rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka û di gelek medyaya muxalîf de dixebitî ji ber tûmora di mêjiyê wî de li Stockholmê li nexweşxaneya ku lê derman dibû, vê sibehê çû ser dilovaniya xwe.
Kuseyrî ku bi salan bû li Ewropayê dijiya û rojeva welatê ku lê dijî ji nêz ve dişopand. Kûseyrî ji ber nexweşiya xwe demeke kurt berî niha neçar mabû navberê bide xebatên xwe.
Rojnameger Kûseyrî di wesêtê xwe de xwestiye ku merasîma cinazeya wî neyê kirin û organên xwe bexşandine.
Rojnamegerê sosyalîst Kuseyrî bi salan xebateke bi dildarî kir. Li gorî nûçeya Evrenselê; Kuseyrî qewîtî kiriye ku merasîma cenaze neyê kirin û organên xwe bide.
Kuseyrî piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona sala 1980an ji doza TKDPê hatiye darizandin û ji destpêka salên 1990î jî neçar maye biçe Swêdê.
(EMK/AY)