Fotograf: Diyarname
Abdurrahman Onen, nivîskar û erdnîgarzanê Kurd îro berî sibê li Stenbolê koça dawî kiriye. Onenî demekê bû ji ber nexweşiya pençeşêrê derman dibû.
Bixwîne- Pirtûka “Erdnîgariya Kurdistanê-1: Agirî” hatiye weşandin
Bixwîne- Duyem pirtûka “Erdnîgarîya Kurdistanê” çap bûye: Wan
Abdurrahman Onen bi xebatên xwe yên li ser erdnîgariya Kurdistanê dihat naskirin.
Di sala 2008an de, berhema wî ya bi navê "Ferhenga Erdnîgariyê" hatibû çapkirin. Di 2020î de jî berhemên wî yên bi navê "Erdnîgariya Kurdistanê I: Agirî" û "Ernîgariya Kurdistanê II: Wan" di nava Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşikcî de hatibûn çapkirin.
Her weha berhemên wî yên ji heman rêzê, Bedlîs, Mûş, Dêrsim, Çewlig, Mêrdîn û Amed jî amade û di pêvajoya çapê de ne.
Derbarê Abdurrahman Onenî de
Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di sala 1956an de jidayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. (Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)
Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.
Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.
Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Di encama xebatên wî de, sala 2008an pirtûka wî ya bi navê Ferhenga Erdnîgarîyê hatîye weşandin.
Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne. (AY)