Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Îro cejna Misilmanan e, bila cejn li hemî Misilmanan pîroz be. Cejna Remezanê îro dest pê kir û dê sê rojan dom bike.
Ji ber pandemiya Covîd-19ê ev cejna jî ji yên din cûdatir tê pîroz kirin. Li Tirkiyeyê ji ber pandemiyê heta saet 00.00ê 17ê Gulanê derketina derve qedexeye. Ji ber vê serdana goristan û malbatan, şekir komkirina zarokan jî di vê cejnê de qedexeye. Her weha di çarçoveya tedbîran de nimêja cejnê jî nayê kirin.
Cejna Remezanê li gor demnameya Hicrî, piştî roja paşiyê ya meha Remezanê sê rojên meha Şewalê ne.
Her 33 salan carekê Cejna Remezanê di heman rojê de tê pîrozkirin. Di van rojan de xelkê misilman diçin mala hev, xemîrok û şekirok tê belavkirin.
bianet kurdî cejna we pîroz dike.
(EMK/AY)