Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di 30yê Çiriya Pêşiyê de li peravên Seferîhîsar, navçeya Îzmirê erd hejiya û di erdhejê da li navçeya Bayrakliyê avahî hilweşiyan. Derbarê avahiyên ku hilweşiyane de raporên pisporan hatin amadekirin û derbarê 22 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û ji wan 13 kes hatine desteserkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarî ya Îzmirê, di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de ji Zanîngeha Dokuz Eylulê(DEU), Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê û Navenda Lêkolînê ya TUBÎTAK-Marmarayê têkildarî avahiyên ku hilweşiyane raporên pisporan ên ku hatine xwestin, temam bûye.
Li gorî vê 3 akademisyenên DEUyê li ser amûrên pê avahî hatine çêkirin xebitîne û rapor amade kirine. Li gor raporê alavên ku di çêkirina avahiyan de hatine bikaranîn, bê qelîte ne, bi taybetî bêtona bêqelîte hatiye avêtin û xetayên projeyê hene.
Hatiye diyarkirin ku Serdozgeriya Komarî ya Îzmirê ji 4 kesên ji ÎTUyê heyetek ava kiriye û rapora wan jî hindik maye bidawî bibe.
Hatiye gotin rapora ku TUBÎTAKê amade kiribû jî hatiye ber destê Serdozgeriya Komarî.
Herweha hatiye destnîşankirin ku encama giştî ji heyeta zanayan re şandine û xwestine ku li gor daneyan nirxandin were kirin.
13 gumanbar hatine derdestkirin
Li gorî Ajansa Anadolûyê piştî biryarê ekîbên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya serbi Midiriyeta Ewlekariya Îzmirê dest bi xebatan kirine û 13 gumanbar desteserkirine.
Ekîban ji bo derdestkirina 9 gumanbarên din jî xebatên xwe didomînin. Berê jî 7 kes hatibûn girtin
Di 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de li Seferîhîsar, navçeya Îzmirê bi pileya 6,6ê erd hejiyabû û di erdhejê de 117 kes miribûn.
(TP/AY)