*Fotograf: Murat Bayram
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” li Parka Newrozê ya li Baglarê pêk hatiye.
Ji ber ku wesayîtên cemawerî yên ser bi Şaredariya Mezin a Amedê ku qeyûm hatibû wezîfedarkirin ji bo qada Newrozê sefer pêkneanine, welatî demeke dirêj di rawestgehan de li benda wesayîtan mane û piştre berbi qada Newrozê meşîyane.
Bi cil û bergên neteweyî, tilîlî û sloganan bi sedan kes berbi qada newrozê bi rê ketine. Pêş ku têkevin qada Newrozê polîsan bi hinceta lêgerîna bombeyê welatî dane sekinandin.
Kemal Kûrkût hatiye yadkirin
Lijneya HDPê pêş ku bikevîn qadê Kemal Kûrkûtê ku di Newroza sala 2017an de bi guleya polîsan hatibû qetikirin, yadkirine. Merasîma yadkirinê li taxa Evrîm Alataşê pêk hatiye. Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Keskîn Bayindir,Hevserokê Giştî ê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), parlamenterên HDPê, Başak Demîrtaş û welatî tevlî merasîma yadkirinê bûne.
Mîrhat Sancar, Hevserokê Giştî ê HDPê di yadkirinê axiviye û gotiye, “Çar sal berê gule li bedena tazî ya ciwanekî ketin, her kesî ew cînayeta dît. Guleyên li wî hatin reşandin li aştiyê hatibû reşandin. Dema can dane de jî kenê wî zindî bû. Kenê wî di jiyana me de ye. "Wezîfeya me ye ku em hesretên wî bi cih bînin. Ez li vir careke din bêedaletiyê dibînim. Tu bi hêminî razê, ew rojên ku te xeyala wan dikir ,wê were, ji ber wê yekê em hene."
Piştî axavtinan Sancar û heyeta pê re derbasî qada Newrozê bûne û agirê Newrozê pêxistine.(RT/AY)