Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi hezaran jinên ku tevlî 19em Meşa Bişev a Feminîstan bibûn, li dijî tûndkariya mêran, pederşahî û homofobiyê li gel hev sekinîn.
“Me şev jî kolan jî bicîh nehîşt”
Jinên ku meş lidarxistine piştî meşe ev daxuyanî weşandine:
“Di vê 8ê Adarê de jî digel her tiştê em bi hemû rengên keskesorê û bi serhildana xwe ya feminîstî li dijî kesên ku me weke meqbûl e û nemeqbûle cûda dikin li 19em Meşa Bişev a Feminîstan, li kolanên Taksîmê bûn.”
"Em ewqas qelebalix bûn ku me nikaribûn bijmarta, em bûn deh hezaran, carinan me nikaribû li kolanan hevdu bidîtan, lê me şev jî kolan jî bicîh nehîşt, em heta Karakoyê çûn. Êdî girseyekî din heye ku em ê bînin bîra xwe da ku heta sala bê em bêhêvî nebin.”
“Em dizanin, heta ku em hêz bidin hev, wê pederşahî, homofobî, transfobî û tûndkariya mêran biçe em ê bimînin”
(EMK/AY)