Bi banga Platforma Jinan a Enqerêye, jin duh li Qada Sakaryayê kombûn. Jinan li qadê bangkirin û gotin, “Em ê dawî li kuştina jinan bînin. Her weha em ê cîhanek ku jin lê wekhev û azad bijîn ava bikin.”
Jinên ku li Kolanên Enqerê kombûn bi sloganên “Jin jiyan azadî”, “mêr dikujin û dewlet diparêze”, “Heke jin azad bibin wê cîhan biheje” ber bi Qada Sakaryayê ve meşiyan. Jinan di dema meşê de wêneyên jinên ku ji hêla mêran ve hatine kuştin û pankartên “Em naxwazin bimirin”, “Em hezkirina ku dikuje naxwazin” hilgirtin."
“Em ê Peymana Stenbolê pêk bînin”
Jinên li qadê ku ji bo 8ê Adarê hatin cem hev pêkanîna peymana Stenbolê xwestin.
Di daxûyaniya Platforma Jinan a Enqereyê amede kiribû weha hat gotin, “Me jinan hemû mafên ku îro bi têkoşînê bi dest xistine bi dest xist. Em ê têkoşîna ku bêtir bi dest bixin mezin bikin. Em ê hevgirtina jinan darizînin. Em ê dawî li kuştina jinan bînin. Her weha em ê cîhanek ku jin lê wekhev û azad bijîn ava bikin.”
Desthilat hewl dide civakek li gorî xwe ava bike
“Hikûmet hewl dide ku civakê bi awayê xwe ji nû ve ava bike. Wî sond xwariye ku ji xeynî nasnameyên tirk-sunî, heteroseksuel, spî û mêr, kesên din krîmînalîze bike, bi axaftina nefretê jinan û LGBTI + dike hedef û tehmûl dike ku ew werin êrîş kirin û bên kuştin. Ew çi bikin jî, em ê li dijî hemû êrişên homofobîk, bifobî, transfobîk bi hev re bi coşbûna ku bi hemû rengên xwe re mil bi mil li ber xwe bidin."
Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi pandemiyê re, dema ku bêkariya jinan zêde dibe, jin bêtir feqîr dibin û ji qada giştî têne derxistin û weha got, “Bi taybetî, girtina dibistan û zarakxanan bû sedem ku jin hemû berpirsiyariyên ji bo zarokan bi tena serê xwe bigirin. Jinên ku neçar bûn ku ji malê bixebitin bêtir rastî îstismara kedê ya navmalî hatin, dema ku li derve dixebitin ji ber ku zarokxane hatin girtin zarokên xwe bi xwe re birin cîhê karê xwe. Dema ku dibistan û zarokxane hatin girtin, destûra rêveberiyê ji jinan re nehat dayîn.”
Qada ku jin lê kombûn bi barîkatên polîsan hat dorpêç kirin. Piştî ku bûyer dest pê kir, çûn û hatina ji qadê di çerçova biryara Walîtiya Enqereyê ya "di çalakiyê û bûyeran de kesek bi 8 metreyî sînor bike" di çarçoveya tekoşîna korona virusa nû de destûr nehat dayîn.
Çalakiya ku bi qasî 2 saetan dom kir, bi derketina jinan ji qadê bi dawî bû. (KG/AY)
*Fotograf: Kadîr Gurhan