Jin û sînor. Sînorên jinê an jî jinên sînorkirî. Jinek bi tena serê xwe haya wê ji sînorê derûdora wê heye û dimeşe. Sînorên jinê bi nêrînên mêran hatîye dîyarkirin. Her alîyên sînorê xeternak e. Jina ku bi tena serê xwe li vî bajarî sînorkirî ye ditengije, dixwaze hebûna xwe ya ku ji her alî ve hatîye dorpêçkirin hîs bike, dixwaze ji vî bajarî xwe xelas bike, bireve, here bajarekî din, bajarekî ku sînorên bi vî rengî lê tunene. Lê wexta ku wisa difikire nizane gelo bajarekî ku ew dixwaze, xeyal dike, bajarekî ku ew sînorên xeternak lê tunebin heye an na?
*
Jin dixwaze wek heyîyekê bi hebûna xwe şa bibe, bextewar bibe, tevlî rengên cihê bibe, hêza xwe ya afirînerîyê ji cihê ku veşartîye an jî hatîye asêkirin derxe; pêşkêşî xwe û cîhanê bike da ku bibêje; “va ez jî heme, va ye weke yên min jî hene û zahf in lê hûn nabînin. Hûn naxwazin bibînin. Hûn ên ku bi çavên xwe ji min re, ji me re bi çavên xwe yê mezeloqî sînoran danîne!”
*
Tiştê ku hevalên wê jê re behs kiribûn hate bîra wê. Keç digot ez û tu hene kur digot na em hene, ez û tu tune. Li gorî kurik heke em tunebe ez û tu hebe ew nabe hezkirin. Ji bo wê jî divê em hebe heya dawîya emrê wan! Ev gotinên ha bi keçikê xweş nedihatin. Belkî berê bûna, berîya hişmendîyekê pê re çêbibûna, dibe ku pê kêfxweş bibûna. Dibe ku ewçax ew jî weke gelekan van gotinên hevalê xwe bipejirandina û jiyana xwe bidomandina. Lê niha ne wisa ye. Keçik nedixwest “ez”a wê di nav “em”ê de bihata kesaxtin an xesandin. Ma gelo hezkirin bi ez û tu nedibû, illim hewce bû “em”?
*
Bi fikrên tevlîhev û pirsên gîrokirî dimeşe. Ketîye nav ecaca fikran…pirsên cur bi cur li bin guhê hev dikevin û ew dixwaze di nav vê kaosa xwe ya heyî de stêrkekê zeft bike. Peyva “ji bo ku mirov stêrkekê bîne dinyayê hewce ye ewil kaosek hebe” tê bîra wê…
Kêlîyekê radiweste…li derûdora xwe dinêre. Çavên wê ji nişka ve li sînorên heyî(!) dikevin û wisa jî careke din bi trajedîya xwe dihise. Dixwaze ji “êş”a xwe xilas bibe, êşa xwe têxe hembêza wê axa ku navê xwe jê girtîye. Vê kêlîyê dixwaze têkeve bin axa ku pêlî dike û heta hetayê tê de bimîne. Lê tiştek wê ji vê fikrê dûr dixe, fikrek…xwe bi xwe diaxive; “na nabe ku bêyî stêrka xwe di ezmana heyî de biçûrisînim konê xwe bar bikim…”
…
Nîşe: Pirs, çîrok, leheng zahf in. Ev fikr û pirsên hatine nivîsin hem ê jinekê hem jî yên hemû jinan e ku bi “xwe” hesîyane.
(DA/FD)