Fotoğraf: Mohamed Nanabhay / Flicker
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Robert Fîskê ku miriye, di sala 2005an de ji aliye New York Tîmesê ve weke navdartirîn nûçegîhanê brîtanî li cîhanê hatiye binavkirin.
Robert Fîsk, ku 74 salîye û nûçegîhanê bi ezmûn yê Rojhilata Navîn li Dûblînê roja înê piştî li mala xwe nexweş ketibû, biribûn Nexweşxaneya St. Vincentê.
Hatiye aşkere kirin, ku rojnamegerê bi ezmûn miriye.
Derbarê Robert Fîskî de
Fîskî li Sunday Expressê dest bi rojnamegeriyê kiribû. Di navbera salên 1972- 1975an de li Belfasta The Timesê nûçegîhanî kiriye. Piştre mala xwe biriye Beyrûtê û derbarê Rojhilata Navîn de dest bi çêkirina nûçeyan kiriye.
Fîsk, nûçegîhanê Rojhilata Navîn yê rojnameya The Independentê bû û ji 40î salan di cîhana Ereban de jîya ye. Ji 30 salî zêdetir li Beyrûtê kar kiriye. Şerên li Suriyeyê û Lubnanê, İran-İraq, Sovyet-Afganistan, şerê naxweyî yê Cezayîrê, dagirkirina Kuveytê ji aliye Saddam ve, şerên Kosova û Bosnayê Dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve û Bihara Ereban ya 2011an ji nêz ve şopandiye û pirtûk weşandiye.
Fîsk li cîhanê yek ji rojnamegerên herî zêde xelat giritiye. Bi Usame bin Ladin, Serokê bere yê El-Kaideyê rê di navbera salên 1994-1997an de 3 caran hevpeyvên çêkiriye.
Ji pirtûkên ku nivîsandiye Büyük Medeniyet Savaşı - Ortadoğu'nun Fethi, Cezayir Yazıları 1992-2013, Mısır Yazıları ûİsrail Yazıları ji bo tirkî hatiye wergerandin.(HA/AY)