Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Resetxaneya Kandilliyê li Îzmîrê saet li derdora 14.51 deqîqeya bi pîleya 6.9ê erd hejiyaye.
Li gorî zanyariyên ku AFADê daye, erdhej li Behra Egeyê li derdora Seferîhîsarê pêk hatiye.
Bandora erdhejê li Stenbolê û hin bajarên din ên derdorê jî bûye. Kesên ku bûne şahidê erdhejê gotine ku demeke dirêj ew hejiyane. Welatî derketine derve.
AFAD: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar in
Li gorî zanyariyên destpêkê yên ku AFADê aşkere kirine, 12 kes mirine û 419 kes jî birîndar bûne.
3 kes ji bin kavilan hatiye derxistin
Xebatên lêgerînê ya yên di bin kavilan de mane dewam dike. Heta niha ji bin avahiyeke 9 tebeqe 3 kes hatine rizgarkirin.
Ava behrê hatiye nava bajêr
Li Seferîhîsarê ava behrê hatiye nava bajêr û hin der di bin avê de mane.
Tûnç Soyer: Li 20 deveran avahî rûxiyane
Tûnç Soyer, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê gotiye ku li tevahiya bajêr zanyariya rûxandina 20 avahiyan li ber destê wan e.
Wezareta Navxweyî: 6 avahî rûxiyane
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweşî aşkere kiriye ku heta niha ji bo 6 avahiyan serî li wan dane. Ev 6 avahî rûxiyane.
Şaredariya Bornovayê: Hejmara avahiyên rûxiyane zêde ne
Mûstafa Îdûg, Şaredarê Bornovayê jî gotiye “Li hêla Bayrakliyê hejmareke zêde avahî rûxiyane. Li gorî zanyariyên li ber dest avahiyeke 4 tebeqe rûxiyaye. Ji bo vê avahiyê em kar dikin. Li navenda Bornovayê tiştek nîne.”
Muxtar: Welatiyetekî me can daye
Yaşar Keleş, Muxtarê Taxa Sigacikê gotiye, pîrejinek di bin avê de maye û can daye ku piştî erdhejê hatiye nava bajêr. Nasnameya jina miriye nayê zanîn.
Îsmaîl Yetîşkîn, Şaredarê Seferîhîsarê gotiye ku “Li gorî zanyariyên destpêkê hin masîvan hene, agahî ji wan nîne.”
Li Samosê jî avahî rûxiyane
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê Yewninastanê nivîsandiye li Samosê jî hin avahî rûxiyane.
(PT/FD)