Li Qersê piştî barîna berfê kuçe û kolanan cemed girtiye, zarokên bajêr jî bi bîdonan va xizang çêkirine û xwe dixuşikînin.
Li taxa Kaleîçiyê zarok xizangên xwe yên bi bîdonan va çêkirin sîwar dibin û kêfa xweşiqitandinê dikin.
Zarok guh nadin sir û sermayê û têra dilê xwe dilîzin.
Kadîr Gulê bi hevalên xwe re xwe dişiqitîne got ew tên ba hevdu û bi hev ra xwe dişiqitînin.
- "Em kêfa berfê derdixin û pir şa dibin."
Gulî wiha got: "Hewa pir sar e, lê ne xema me ye. Em diçin derva, xwe dişiqitînin/dixuşikînin û pêşbirkê dikin. Em bi xizangên xwe va ji berpalê xwe dadixin jêrê û bi hev ra kêf dikin. Hewa sar e, lê em bi lîstikê va germ dibin. Piştî xweşiqitandinê em bi gogên berfê va dilîzin, carînan jî em berfemêrê çêdikin. Em kêfa berfê derdixin û pir şa dibin."
- "Em dicivin û diçin xwe dişiqitînin"
Yagiz Koç jî got piştî ew spartekên xwe yên dibistanê diqedîne, diçe cem hevalên xwe û wiha dewam kir: "Dema ez ji dibistanê têm, xwarina xwe duxwim, spartekên xwe çêdikim û paşê diçim cem hevalên xwe. Em dicivin û diçin xwe dişiqitînin. Em dema xwe pir xweş derbas dikin."
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun |16.01.2020
Türkan Tosun |AA