Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh(17ê Çiriya Paşiyê) polîsan li Kadikoya Stenbolê bi ser Komeleya Jinên Ciwan ya Kaktusê de girtiye.
Endamên Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) duh bi boneya roja 25ê Çiriya Paşiyê Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Ser Jinan ya Navneteweyî li Komeleya Jinên Ciwan a Kaktûsê (OGK) ya li Kadikoy a Stenbolê kombûne.
Polîsan wê kêliyê bi ser komeleyê de girtine. Di encama serdegirtinê de Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Giştî ya Meclisên Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû û nûçegihana ETHAyê Elîf Baybûrt ku nûçe dişopand jî di nav de bi giştî 11 jin bi îşkenceyê hatin desteserkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê, Çîçek Otlû, Ozlem Gumuştaş, Tanya Kara, Berfîn Polat, Sînem Çelebî, Hacer Elçîn, Leyla Can, Fatma Kanbolat, Melîha Kayaci, Songul Akbay û Elîf Baybûrt birine Midûriyeta Emniyetê ya Kadikoyê.
Her weha piştî îfadeyên li emniyetê 11 jin jî serbest bûne.
(HA/AY)