Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê biryar daye ku Xelata Jinan di Sînemayê de(WiCA) ya 2022an bide sînemakar Çîgdem Materê.
Ji ber çalakiyên Parka Geziyê yên 2013an cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala, 18 sal cezayê girtîgehê li Mucella Yapici û Cîgdem Mater çar kesên din hatibû birîn. Sînemakar Çîgdem Materê tesawir dikir ku li ser mijara xwepêşandanên Parka Geziyê fîlmekî çêbike û bi vê dihat tohmetbar kirin.
Li gorî nûçeya ANSA, Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê, WiCAyê ragihandiye ku di çarçoveya 79emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de ji bo bîranîna hemû jinên ku ji ber mexdûrên hikûmetên otorîter nekarîne dengê xwe bidin bihîstin, xelat daye Çîgdem Materê.
Xelata WiCA ku bi pêşniyara rojnamevan û rexnegira sînemayê Angela Prudenzi, lîstikvana sînemayê Claudia Conte û rojnamevan û akademîsyen Cristina Scognamillo hatiye sazkirin.
Xelata WiCAyê sala par dane karsaz û parêzvana mafên jinan a Afganî Zahra Ehmedî û nivîskar û derhêner Şehrîbanû Sadatê.
79. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê li Bîenaleya Venedîkê tê organîzekirin. Bername wê ji 31ê Tebaxê heta 10ê Îlonê li salonên Lîdo yên Venedîkê pêk were. Festîval ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Çêkerên Fîlman (FIAPF) ve tê naskirin. Armanca mihrîcanê ew e ku sînemayê bi hemû şêweyên wê yên hunerî, şahî û pîşesazîyî bide fêmkirin û bi ruhê azadî û diyalogê sînemayê bipêş bixe. Festîval her wiha ji bo gihandina zanyariyên dîroka sînemayê ji bo kesayetiyên navdar ên sînemayê çalakiyên bibîranîn û rêzgirtinê li dar dixe.
Xelat ji aliyê jûriyeke ji fîlmçêkerên jin Fulvia Caprara, Alessandra De Luca, Titta Fiore, Alessandra Magliaro, Antonella Nesi, Chiara Nicoletti, Cristiana Paternò, Angela Prudenzi, Barbara Righini, Marina Sanna, û Stefania Ucallae tên dayîn.
Derbarê Çîgdem Materê de
Sînemakar, fîlmçêker, rojnameger. Belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj kişandine.
Yaban (2022/ Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê), Ah Asuman (2019), Silivri'den mektuplar ( 2019), Sivas (2014), Soluk (2019), Toz Bezi (2015), Sivas (2014) û Çoğunluk (2010) hinek ji fîlmên wê ne ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê xelat wergirtine.
Biwxîne - Derbarê heşt girtiyên "Gezi"yê de
Çêkera bicihanînê ya fîlmê Weldiyê ya Mohamed Ben Attiayî û belgefîlma İnsan Seli ya Ai Weiweiyî ye ku li Tirkiyeyê hatibû kişandin.
Koordînatora berpirs a programa Kafkasyayê Anadolû Kulturê ( 2005-2009), Koordînatora Navenda Fîlman a Mîthat Alamî ya Zanîngeha Bogazîçiyê (2009-2010) û Koordînatora Tirkiyeyê Platforma Sînemayê ya Tirkiye-Ermenistanê.
Di navbera 1997-2005ê de li saziyên medyayê yên navnetewî yê mîna BC News, Boston Globe, Sky News, Radio France International, ARTE, Le Nouvel Observateur, Los Angeles Timesê weke wergêr, çêker û nûçegîhan kar kiriye.
Li Zanîngeha Anadolûyê beşa sînemayê û li Zanîngeha Marmarayê jî di beşa zanistên ragihandinê de mastera xwe qedandiye.
(AEK/AY)