Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi pêşengiya Platforma Jinên Amed Dîcleyê(DAKAP) bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” bi mîtîngeke hatiye pîrozkirin.
Jinên ku beşdarî mitînga li Qada Îstasyonê bûne di sê xalên lêgerînê de derbas bûne.
Li qada mîtîngê pankartên bi dirûşmên ““Girtiyên newxeş rûmeta me ne”, Em li dijî dijminahiya li ser jinan û xizanî kirine li qada ne” û “Ez Kurd im, perwerdehiya bi kurdî daxwazim” hatina nivîsandin daliqandine.
Her weha jinan ji bo ku balê bikişînin ser rewşa tenduristiya siyasetmedara Kurd a girtî Aysel Tûglûkê pankarta "Bîra Aysel bîra me ye" hildan e.
Kortej hatine astengkirin
Di navbera jinên ku xwestine di taxa ofîsê de bikevin qada mitîngê û polîsan de alozî derketiye. Jinên ku demeke dirêj destûr nedane dakevin qadan bi dirûşmeyan astengiya polîsan protesto kirine. Piştî hevditinan jin derbasî qadê bûne.
Mîtîngê bi Koma Sor Jiyanê destpê kiriye û di mîtingê de peyamên siyasetmedarên Kurd yên girtî hatine xwendin.
Di mîtîngê de Îlkay Akkaya û Ayfer Duztaşê konser daye.(HA/AY)