Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterên jin yên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi boneya 10em salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê li Amedê çalakiyek li dar xistine.
Parlamenterên jin yên HDPê bi boneya 10em salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê, li Deriyê Mêrdînê çûne ser sûrên Amedê û pankartek ku navê 106 jinên k udi çar mehên destpêkê yên sala 2021an de hatine qetilkirin lê nivîsandî daliqandine. Jinan pişt re daketine û li ber sûran daxuyanî dane. Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başarn, Cîgira Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dersim Dag, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr beşdarî daxuyaniyê bûne.
Acar Başaran di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku jinan gotina xwe ya dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û wiha gotiye: Îro 10emîn salvegera îlankirina Peymana Stenbolê ye. Îro li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê, jin bi bangawaziya pêkanîna Peymana Stenbolê li qadan in. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin.”
“Peymana Stenbolê misogeriya jiyanê ye”
Başaranê weha pê de çûye: “Li Tirkiyeyê di 20ê Adarê de bi destê serokê AKP’ê Peymana Stenbolê hate betalkirin. Di şevekî de got “ez ji vê peymanê vedikişim”. Em baş dizanin ku li ser vê erdnigariya Tirkiyeyê ev peyman tu car bi çalak nehate domandin û nehate bi cîh anîn. Serokê AKPê dibêje ez ji vê peymanê vedikşim. Em wek jinan li bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê bangawaziyên xwe dûbare dikin; Peymana Stenbolê misogeriya jiyanê ye. Peymana Stenbolê destkeftiya me ye. Ji ber pandemiyê, qedexeyiya derketina kolanan heye û jin nikarin derkevin kolanan.”
“Em jiyana xwe diparêzin”
“Lê li ser medyaya civakî kampanyayek hatiye dest pê kirin û jin dibêjin “em dest ji Peymana Stenbolê bernadin”. Em ê deng bilind bikin û heta jin gotinên xwe yên dawî nebejin ev mesele nayê qedandin. Em Peymana Stenbolê diparêzin, em jiyana xwe diparêzin û em pêşeroja xwe diparêzin! Îro me li du bajaran çalakî pêk anî, yek li Amedê û ya din jî li Stenbolê.
Di pêşerojê de wê dîsa çalakiyên me berdewam bikin. Em biryara serokê AKPê qebûl nakin. Ew wekî yek kesekî nikare li ser navê jinan biaxive û biryaran bigire. Em wekî jinan dikarin biryarên xwe bi xwe bigirin. Heta ku jin nebêjin ‘me vê biryarê girt’ ev peyman di meriyetê de be. Em tu carî ji vê sekna xwe paş ve gav navêjin.”
(DŞ/AY)