Fotoğraf: Ali Balıkçı / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Cıvata Giştî a Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo sedemên tûndkariya mêran a li hemberî jinê bên lêkolînkirin û tedbîr bên diyarkirin, avakirina komisyona lêpirsînê hatiye qebûlkirin.
Li Cıvata Giştî a Meclîsê piştî ku pêşniyaznameyên AKP, CHP, HDP, MHP û İYİ Partiyê hatiye nirxandin biryara avakirina komisyona lêpirsînê hatiye qebûlkirin. Komîsyon wê sedemên tûndkariya mêran a li hemberî jinê lêbikole û tedbîran diyar bike.
Komîsyona lêkolînê wê ji 19 kesan pêk were û di destpêkê de wê 3 mehan wezîfedar be.
Komîsyon wê li gorî dane û nirxandinên ku di dema wezifeyê de bi dest xistîye, raporekê amade bike. Rapor piştre li Civata Giştî wê were nirxandin.
(EKN/AY)