Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Xebatên lêgerîna Dokûyê di 7ê Kanûna Paşiyê de bi iddiaya ku xwekuştiye li Bendava Ûzûnçayirê hatibû destpêkirin. Xebatên lêgerinê cara ewil di 6ê Tîrmehê de hatibûn sekinandin.
Gulistan Dokû, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê li Dêrsimê li 5ê Kanûna Paşiyê heta niha wenda ye. Ji bo Gulistan Dokûyê li Bendava Ûzûnçayirê di 15ê Çiriya Pêşiyê de cara sêyem xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin. Xebatên lêgerînê bêencam bi dawî kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Xebatên lêgerîna Dokûyê di 7ê Kanûna Paşiyê de bi iddiaya ku xwekuştiye li Bendava Ûzûnçayirê hatibû destpêkirin. Xebatên lêgerinê cara ewil di 6ê Tîrmehê de hatibûn sekinandin. Li ser daxwaza malbata Dokûyê xebatên lêgerînê di 7ê Tebaxê de careke din destpêkiribû û di 18ê heman mehê de bi dawî bibû.(EMK/AY)