Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tara Mamedovayê piştî amadekariyên xwe yên salekê, albuma xwe ya nû ya bi navê “Giran” qedandiye û strana bi navê "Xewna Giran" ji albûmê weşandiye.
Di stranê de, Mamedovayê behsa berxwedana dayikeke beranberî tije şevereşk û tirs û xofê û geryana hêvî, hezkirin û ber bi wê ve çûyinê kiriye.
Tara Mamedovayê ji bo albuma xwe gotiye, ‘’Ez dikarim bêjim piştî vê xebata salekê, weke ku di jiyana min de dergehek nû vebe.”
Stranên albûmê wê di şeş mehan de werin weşandin
Tara Mamedovayê li şûna ku albuma xwe li ser hev biweşîne, wê stranên albûmê di nava şeş mehan de yek bi yek belav bike. Stran wê weke single û maxî sînglê di platforma dijîtal de û li firoşgehan peyda bibin.
Di vê albumê de, du stran yên Tara Mamedovayê bi xwe ne. Her weha cîh daye helbestên Fêrikê Usiv, Ebdulaziz Xeyat, İsmaîl Cûma, Dr. Ahmet Kaya û Hekîm Sefkanî jî.
Serkan Dûranî prodoktorî û aranjoriya albüme kiriye, herweha ûd, bûzikî, cumbûş, keman, ûdû-drûm, perkusyon û elektro pîyano û tevaya dengên dijîtal jî tomar kirine.
Onûr Gugulî li gîtara bas, Cansûn Kuçukturkî jî la gîtara elektro û akûstîk daye. Tomarkirina vokalên strana ‘’Jiyan’’ê li studyoya Harûn Elkiyî û tomarkirina tevayî berhemên din li sutudyoya BABAJÎMê bûne. Erman Aydonerî karen miks û masterîngê kiriye.
Klîb ji bo stranê hatiye kişandin
Tara Mamedovayê li gel stranê, klîba stranê jî di heman demê de weşandiye. Kivilcim Akayê derhênerî ji klîbê re kiriye.
Derbarê Tara Mamedovayê de?
Muzîkjen Tara Mamedova, li Kirgizîstanê jidayik bûye. Heta 8 saliya xwe li wir maye. Dema Sovyet belav bûye, malbata wê koçî bajarê Saratovê ya Rûsyayê kiriye. Heta sala 1999an li Saratovê jiyaye. Destpêka salên 2000an ji bo dersên dans, şano û muzîkê çûye bajarê Moskova û Yaroslavlê.
Malbata Tara Mamedovayê sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye. Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya mamoste, Gorçek Abdûlayevnayê berê xwe daye hunerê. Dayika wê jî, di gel mamostetiyê, stranên rûsî strane. Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe guhdar kiriye, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gellek kûrsên hunerî bûye. Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransayê. Di sala 2008an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerde bûye. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê bûye. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike.
Di sala 2005an de yekem albuma xwe ya bi navê ‘’Ax’’ê diweşîne. Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar anîye. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav kiriye. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê zazakî jî li repertûra xwe zêde kirine.
Mamedovayê di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar kiriye. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cuda cuda distrê. Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye. (FD)