Fotograf: kedistan.net
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xelata taybet a Artissimayê îsal dane Zehra Doganê. Artissima yek ji pêşangeha hunera hemdem a Îtalyayê ye û her sal li ser navê Carol Rama, hunermenda îtalî didin hunermendên jin.
Zehra Doganê di sala 2015an de, dema ku derketina derve hatibû qedexekirin nûçe derbarê vê rewşê de çêkiribûn. Ji ber van nûçeyan jî hatibû desteserkirin û 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Dogan di Tîrmeha 2017an de hatibû girtin. Ai Weiweiyî bi nameyekê û Banksy-yî jî bi xebateke hunerî piştgiriya Doganê kiribû.
Zehra Doganê li girtîgehê jî wêne xêz kiribûn.
Piştî ku ji girtîgehê hatibû berdan, di 5ê Nîsana 2019an de Index on Censorshipê “Xelata Azadiya Xweîfadekirin ya Hunerî”, di 11ê Çiriya Pêşiyê ya 2019an de li Beyrûtê Weqfa May Chidiacê “Xelata Wêrekiyê ya Rewşa Awarte ya Rojnamegeriyê”, di Sibata 2020an de “Xelata Taybet a Roberto Scialabbayî” û di 14ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de jî, di dema 14em Festîvala Bêkêmasîtiyê ya Jinan “Xelata Bêkêmasîtiyê ya Jinan a Hypatiayê ya Navnetewî” li bajarê Cenovaya Italyayê dabûn Doganê. (RT/FD)