Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qeydên serdema nû yên Ma Musîcê dest pê kirine. Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Ma Musîc, Jin Ma, Zarok Ma, Ma Orkestra û Orkestraya Rîtmê ya Xwezayî heta 15ê Îlonê wê dewam bike. Ya serlêdanên Akademiya Dengbêjî Stranbêjiyê wê heta meha Çiriya Pêşiyê berdewam be.
Ma Musîc 6 sal in perwerdeya muzîkê dide ciwan û zarokan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2010an de Konservatûara Aram Tîgranî ava kir lê qeyûmî ew di sala 2016an de girt. Piştî girtina konservatûarê, muzîkjenan Akademiya Ma Musîcê vekir.
Koordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwarî diyar ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Bazîd Ewrenî re gotiye, bi Zarok Mayê dixwazin tovên çand û muzîka kurdî di giyanên zarokan de biçînin:
“Di be ku hinek ji wan bibin muzîkjen, hinek ji wan nebin muzîkjen jî, lê hişmendiya wan ya çandî ava dibe û xurt dibe. Li vir zarok tenê muzîkê hîn nabin. Civakbûyîna wan zêde dibe, xwe îfadekirina wan li pêş dikeve. Ji ber ku li vir perwerdehî sedî sed bi kurdiye, zimanê kurdî fêr dibin. Zarokên kurmanç, zaza, soran û çend zarokên tirk jî li vir fêrî bihevre xebatê, xebata kolektîf dibin. Zarok di nava polê de fêrî dîsîplîna bihevre xebatê û dîsîplîna muzîka kurdî dibin. Ji ber ku xebata muzîkê ya profesyonel di temenên piştî 6-7 salî de destpê dike û dîsîplîneke ku êdî tu hinekî pê aciz dibî, dixwaze. Zarok Ma, ji bo vê dîsîplînê di zarokan de bi lîstikan, stranan, govendan û çîrokan amade dike. Ne bi zorê, ya rastî zarok bixwe xwe fêr dike.”
“Em dixwazin derbê li bişaftinê bixin”
Kanîwarî gotiye ku armanc, derblêxistina li bişaftinê ye û bi perwerdehiyê zarok ji hêla hişmendiyê jî pêş dikevin. Kanîwarî destnîşan kir ku di poleke Zarok Mayê de herî kêm 4, herî zêde 12 zarok hene û fêrî xebata kolektîf dibin: “Li Zarok Mayê em zarokan fêrî amûran nakin, em wan ji bo amûrjeniyê amade dikin. Ji ber ku amûrjenî her ku diçe zihmettir dibe, em wan ji aliyê teknîkî ve amade dikin. Mesela gava stranek guhdarî dikin, çawa pê re rîtîm tê girtin û bi wê stranê re çawa tê meşîn hînî wan dikin. Lê, ji vê wêdetir zarok stranên kurdî hîn dibin, xizmetê çand kurdî dike, zarok stranbêjan nasdikin û ev tişt jî xizmeta bîra muzîka kurdî dike. Zarok Ma, ji bo ku kevneşopiya çand û muzîka kurdî bigehînin nifşeke din, pirekî ava dike.”
Şêrko Kanîwarî destnîşan kiriye ku ji bo Zarok Mayê di nava salê de 390 malbatan serlêdan kirine: “Em newêrin ku ji bo Zarok Mayê reklameke qerase bikin, lewma em ê di bin serlêdanan de bimînin ku kapasîteya ma herî zêde 800 zarok in. Ji ber vê yekê malbat pirtir reklama me dikin. Serlêdanên me yên Zarok Mayê heta 15ê Îlonê berdewam dikin. Yên ku xwe qeyd nekirin mixabin ew ê bimînin ji bo saleke din. Her wiha dayikên ducanî jî dikarin ji vir perwerdehiyê bistînin. Gava ducaniya wan gihişte 4 mehiyê, dikarin werin perwerdeyan. Her wiha zarokên 4 mehî heta 60 mehiyan jî dikarin serlêdanan bikin. Dersên me di 1ê Çiriya Pêşiyê de destpêdikin.” (AÖ/FD)