Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê wê destpê bike
![Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê wê destpê bike](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/282/311/original/ayvalik-uluslararasi-film-festivali-14-eylulde-basliyor.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê ku ji aliyê Komeleya Seyîrê ve tê organîzekirin di 14ê Îlonê de dest pê dike.
Di çarçoveya festîvalê de fîlmên xwecihî û biyanî yên ku di festîvalên cîhanê de hatine nîşandan, dê bên temaşekirin. Pirsgirêkên rojane û sînemayê dê piştî nîşandana fîlman bi panel û hevpeyvînan bên nîqaşkirin.
Di bernameya Sînemaya Ciwanan de jî xwendekarên zanîngehan yên ku ji bajarên cüda tên dê karibin bi fîlmçêkeran re hevdîtin bikin û perwerdeyê werbigirin û di festîvalê de ezmûna xebatê bi dest bixin. Yekşem, 17 Îlonê jî ji bo zarokan hate veqetandin. Ji bo zarokan wê tevahiya rojê çalakî bên lidarxistin.
Festîval dê 5 rojan berdewam bike. Dîrektoriya festîvalê wê Azize Tan bike û şêwirmendiya bernameyê jî wê Fatîh Ozguven bike.(ZA/AO/AY)