Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di Pêşbirka 67an Stranan a Eurovisionê de Loreena li ser navê Swêdê beşdar bûbû, bi ser ketiye. Îsal 26 welat beşdarî pêşbirkê bûbûn, lê Tirkiye beşdar nebûye.
Pêşbirk li Lîverpoolê, bajarê Ingilistanê pêk hatiye.
Loreen 583 deng kom kiriye. Piştî wê Kaarija ya li ser navê Fînlandê beşdar bûbû, bi strana xwe ya “Cha Cha Cha”yê 526 deng bidest xistiye. Noa Kirela li ser navê Îsraîlê beşdar bûye, 362 deng kom kiriye û bûye sêyem.
Ûkraynayê pêşbirka sala borî qezenc kiribû lê ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê, pêşbirk li Ingilistanê li dar ketiye ku bûbû duyem.
Loreen - Tattoo! ???????? The winner of #Eurovision 2023! pic.twitter.com/h74edfVS1h
— Eurovision Song Contest (@Eurovision) May 13, 2023
Loreen cara duyem bi ser ketiye
Loreen di sala 2012an de jî bi strana xwe ya bi navê “Euphoria”yê bi ser ketibû ku pêşbirk li Bakuyê, paytexta Azerbeycanê bûbû.
Bi serkeftina Loreenê re, Swêd wê di 50 saliya serkeftina koma muzîkê ya ABBAyê de wê mazûbantiyê li pêşbirkê bike. (NT/FD)