Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelatên Oscarê yên 2023yan bi merasîmekê dane xwediyên wan. Merasîm li Dolby Tiyatroyê li dar ketiye.
Îsal fîlmê bi navê “Hemû tişt li her derê di heman demê de” di 7 beşan de xelat wergirtine ku xelata baştirîn fîlman jî tê de ye.
Michelle Yeohê xelata Baştirîn Lîstikvanê wergirtiye û bûye yekem jina asyayî ku di vî beşî de xelatan werdigire.
Her sal beşdarên merasîmê li ser xaliya sor dimeşiyan lê îsal li şûna xaliya sor, xaliyeke gewr danîbûn.
Di dema merasîmê de hin navdaran qurdêleyên şîn bi xwe ve vekiribûn. Bi vê re piştgirî dane kampanyeya Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê (UNHCR) ya bi navê “Ez piştgirê/a penabera me”.
Di merasîmê de Rihanna û Lady Gagayê stran strîne.
Par di dema merasîmê de Will Smithî şîmaq li ser rûyê pêşkêşvan Chris Rockî dabû. Ji ber vê rewşê, Smith wê nikaribe 10 salan beşdarî merasîmên xelatdayînê yên Oscarê bibe û îsal qedexe ji bo wî destpê kiriye.
Xelatgirên Oscarê ev in:
- Baştirîn Fîlm: "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Lîstikvana Jin: Michelle Yeoh, "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Lîstikvanê Mêr: Brendan Fraser, "The Whale"
- Baştirîn Derhêner: Daniel Kwan ve Daniel Scheinert, "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Lîstikvana Jin a Alîkar: Jamie Lee Curtis, "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Lîstikvanê Mêr ê Alîkar: Ke Huy Quan, "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Fîlmê Navnetewî: "All Quite On The Western Front" (Almanya)
- Baştirîn Senaryoya Xweser: "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Senaryoya Adaptekirî: "Women Talking"
- Baştirîn Belgefîlm: "Navalny"
- Baştirîn Kurtebelgefîlm: "The Elephant Whisperers"
- Baştirîn Fîlmê Anîmasyonê: "Pinocchio"
- Baştirîn Sînematografî: James Friend, "All Quite On The Western Front"
- Baştirîn Efektên Dîtbariyê: "Avatar: The Way of Water"
- Baştirîn Pevxistina Fîlmî: "Everything Everywhere All At Once"
- Baştirîn Muzîkê Fîlmê: "All Quite On The Western Front"
- Baştirîn Strana Xweser: RRR, "Naatu Naatu"
- Baştirîn Pevxistina Dengî: "Top Gun: Maverick"
- Baştirîn Sêwirandina Produktoriyê: "All Quite On The Western Front""
- Baştirîn Kurtefîlm: "An Irish Goodbye"
- Baştirîn Kurteanîmasyon: "The Boy, The Mole, The Fox and The Horse"
- Baştirîn Sêwirandina Cilûbergan: "Black Panda: Wakanda Forever"
- Baştirîn Sêwirandina Makyaj û Porî: "The Whale"
(AÖ/FD)