Saziyên çandî û zimanî yên kurdî ragihandine ku di 21ê Kanûna Pêşiyê de ew ê li gelek bajaran bi şahî û bernameyên cûda Cejna Yeldayê pîroz bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku neteweya Kurd, neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye û xwedî nirxên bingehîn ên dîrokî, çandî, civakî û jiyanî ye.
Her weha hatiye gotin ku 3 cejnên Kurdan ên sereke hene. Ev cejnên ku wek roj û cejnên pîroz û neteweyî tên pejirandin û bi hezaran sal e tên pîrozkirin ev in:
- Cejna Çarşema Sor (cejna gerdûnî)
- Cejna Newrozê (cejna rûzemîn)
- Cejna Yeldayê/Şevçile (cejna felekî/astrolojîk)
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin: “Nirx û pîrozwerên kurdan ên bingehîn di netewebûyîn û civakbûyîna kurdan de bûne xwedî risteke girîng. Bi taybetî jî Şeva Yeldayê wek cejna herî qedim a kurdan xwedî cihekî girîng e. Şeva Yeldayê di çavkaniyên dîrokî de wek Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê zanîn.”
“Cejna Yeldayê cejneke netewî ye”
“Şeva Yeldayê anku Şevçile 21ê berfanbara zayînî (mîladî) ye, şeva herî dirêj a salê ye û destpêka sala nû ye, sersala Kurdan a neteweyî ya felekî/ astrolojik e. Li gel vê şevê salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.”
“Wek cejna Newrozê, Cejna Yeldayê jî bo Kurdan xwedî wate û girîngiyeke neteweyî, civakî, çandî û jiyanî ye; beşeke ji çand, dîrok û zanîna me ya kurdewariyê ye.”
“Cejn û Şeva Yeldayê xwedî felsefeyeke xwezayî û zanistî ya kûr û dewlemend e. Yelda xwedî fikr, raman, felsefe, bawerî û bûyereke mezin a dîrokî ye. Yek ji pîrozweriyên felsefe, bîr û baweriya mîtrayî ye, ku ev felsefe, bîr û baweriya kurdan a herî qedîm a xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye. Bingeha gelek çand û nerîtên beşek ji cîhanê ku kanî û jêderka wê ji giyanê Çiyayên Zagros û axa Kurdistanê ye. Cejna Yeldayê di heman demê de xwe berdaye nava çanda gelek neteweyên din û di nava wan de jî bi nav û awayên cuda tê pîrozkirin.”
“Şeva Yeldayê çavkanî û bingeha ‘Noel’ê ye”
“Li gor daneyên lêkolîn û vekolînên dîrokî û zanistî ‘Noel’anku sersala mîladî ku îro li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin jî bingeh û çavkaniya xwe ji Şeva Yeldayê digire.”
“Cejna Yeldayê bi hezaran sal e, li her çar milên Kurdistanê wek cejneke neteweyî tê pîrozkirin. Lê sed mixabin ji ber dagirkirina Kurdistanê ya bi sedan sal e wek gelek nirxên din, ev nirxê kurdan ê neteweyî jî hatibû asta jiholêrakirinê. Îro di encama têkoşîna neteweya kurd a bêhempa de wek gelek nirxên din ên kurdewar ev çand, bawerî û felsefeya pîroz a Şeva Yeldayê jî carek din zindî dibe û li her çar milên Kurdistan û li her derên cîhanê yên ku kurd lê dijîn belav dibe.”
“Em li ser bingeha vê rastiyê, di serî de hemû tevger, sazî, dezgeh û derdorên pêşeng bang û gazî li hemû kurdên li her çar milên Kurdistan û li her derê cîhanê dikin ku bi hest, hiş û giyanê yekbûna neteweya kurd a azad Cejna Yeldayê, anku Şevçileyê bi şahî û bernameyên cur bi cur pîroz bikin û têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên neteweya kurd li her derê bilindtir bikin.”
“Em wek saziyên li jêr jî dê bi boneya vê rojê li gelek bajaran bi şahî û bernameyên cur bi cur Cejna Yeldayê pîroz bikin. Cejn û Şeva Yeldayê yan jî Şevçile li neteweya Kurd û hemû mirovahiyê pîroz be.”
- Kovara Destar
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed
- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
- Enstîtuya Kurdî ya Amedê
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî - Êlih
- Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê - Wan
- Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê - Sêrt
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê - Enqere
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê - Semsûr
- Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê - Cizîr
- Navenda Çanda Dîcle û Firadê - Amed
- Navenda Çanda Biharê - Batman
- Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
- Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
- Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
- Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
(AY)