Fotograf: Ekrem Yildiz / Botan International
Di 5ê Çiriya Paşiyê de, li Amedê, merasîma xelatdayîna Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî hat lidarxistin. Ev 9 sal in li ser navê Arjen Ariyî pêşbirka helbestan tê lidarxistin û xelat li ser navê wî tên dayîn. Mebesta vê pêşbirkê teşwîk kirin û xwendina helbesta kurdî ye. Bi taybet jî teşwîkkirina ciwanên Kurd e.
Di Jûriya pêşbirkê da jî Îrfan Amîda, Necla Arî, Hatîce Kiliç, Hamîd Omerî û Rêdûr Dîjle cih girtin.
“Ji bo jûrîya sala nû wê biryarê bidin”
Malbata Arjen Ariyî, berpirsê Weşanxaneya Sorê Reşo Ronahî, endam û nûnerên saziyan hezkirîyên helbesta Kurdî beşdarî vê merasîmê bûn.
Di destpêka merasîmê de berpirsê Weşanxaneya Sorê, Reşo Ronahiyî xêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser kesên ku berê xelatên rûmetê wergirtine û got: “Heta îro ji vê pêşbirkê xelata rûmetê wergirtine yek ji wan Şebnem Korûr Fîncanci bû çendekî berê hate girtin yek ji wan Osman Kavala bû ku 5 sal in di girtîgehê de ye. Îro jî Ragip Zarakoglû ku ji welatê xwe hatiye mişextkirin û hê jî dewleta Tirkiyeyê gefan lê dixwe xelat wergirtiye. Dîsa Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî ku li dijî dagirkirina Efrînê rabû xelat wergirtibû.”
Her wiha Ronahîyî diyar kir ku, ewê ji bo sala nû ya pêşbirkê daxuyaniyekê bidin û çendekî paşê li ser navê weşanxanê û ligel malbata Arjen Arî bicivin û biryara jûrîya sala nû bidin.
“Em hêvî dikin ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin”
Piştî Reşo Ronahiyî, xwişka Arjen Arî Necla Akay axivî, spasiya endamên jûriyê kir û wiha got: “Xelata helbestê li Bahadîn Akhan û xelata rûmetê jî li Ragip Zarakoglû pîroz be. Mixabin ku herdu xelatgir jî îro ne di nav me de ne. Rejîma îro wisa kiriye ku gelek însan ji welatê xwe derkevin. Em hêvî dikin ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û lê vegerin. Ez hêvî dikim ku îro ewqas însan di girtîgehan de ne çendek ji wan jî xelata rûmetê girtûbûn ew jî karibin bigihîjin azadiya xwe.”
“Arjen Arî deng bû divê em li dengê wî bigerin”
Yek ji jûriya pêşbirkê nivîskar Îrfan Amîda ku li ser navê Akhan xelata pişbirkê da Şehmûs Kûrt, kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo Arjen Arî ev tişt gotin: Arjen Arî ne tenê helbestkarekî Kurd bû, deng bû divê em parîkî li dengê Arjen Arî bigerin dema dengê Arjen Arî hat zeftkirin bawerbikin wê tama helbasta Kurdî zimanê kurdî belav bibe”
Şehmûs Kûrt jî piştî ku li ser navê Bahadîn Akhan xelat wergirt, xelatgiran pîroz kir û hestên xwe wiha anî ziman: “Ez bi nasnameya xwe ya helbestkariyê li vê derê me. Ez wek berdewama nivşê Arjen Arî li vê derê me û li ser navê kesekî ku dîsa nivşê wî ye vî xelatê digirim. “
Her wiha Necla Akayê jî xelata rûmetê da Ragip Zarakoglû. Denîz Zarakoglû, li ser navê bavê xwe xelat wergirt.
(RY/AY)