Ferhat Baysal, Endazyarê Nivîsbariya Kompîterê ku Belçîkayê dijî sepaneke lîstîkê ya bi navê « Pirs » çêkiriye. Lîstik bi kurdî ye. Kesên bixwazin dikarin sepanê ji bo telefonên androîd, iphonê, ipad û MacOsan dabixe.
Ev lîstika nû ya Baysalî ku 6 hezar pirs lê hatiye barkirin, ji bo daxistinê di nava App Store û Google Playê de cihê xwe girtiye.
Baysalê ku penahendeyê Belçîkayê bûye pêştir jî xebatên wî yên bi vî rengî hebûye. Lebêlê vê carê sepaneke ji yên din cûda û xwedî taybetmendiyên dijîtal yên berfireh pêşkeşî bikarhêneran kiriye. Navê lîstikê sepana “Pirs” e.
Bixwîne-‘Peyvên Kurdî’ bi kurdî dide fikrandin, kurdiyê dide naskirin
“Her kes dikare sepanê dabixe telefona xwe”
Baysal derbarê xebata xwe ya sepana ‘Pirs’ de bi bîanetê re axivî û got:
“Di 19 Gulana 2020an de min Lîstika Pirs ji bo Android amedekiribû. Ev lîstik pir hatibû ecibandin nêzî 15 hezar kes pê dileyist. Lê ji bo Iphone min amede nekiribû piştî gelek daxwazan min ji bo iphonê, ipad û macOsan jî amede kir. Êdî her kes dikare vê listika Pirs bar bike telefona xwe û bilîze. Di versiyona berê de tenê we dikaribû bi kesekê re rasthatî bilîze lê di versiyona nû de kesên Iphone bikartînin û yên Android bikartinin dikarin bi hev re bilîzin. Di listikê de sê beşên taybet hene. Yek bi navê “Pêşbirka Yek Bi Yek” e. Di vê beşê de hûn kê re bixwazin dikarin we re bilîzin. Mînak di vê beşê de hûn dikarin odeya xwe ya lîstikê ava bikin û koda xwe ji hevalê xwe re parve bikin hevalê we bi wê kodê dikare yekser bi we re bilîze. Di taybetmendiya duyemîn ya bi navê “Peşbirka Komî” de hûn dikarin yekser bir komekê re bilîzin. Mînak gelek kes dikarin heman pirsan di heman de demê de bi hev re bibersivînin û di dawiya pêşbirkê de rêza xwe ya serketinê bînin ber hev. Taybetmediya sêyemîn jî “Pêşbirka Rasthatî”ye ango hûn dikarin bi kesekî ku hûn nasnakin re bilîzin eger kesek ne amede be hûn dikarin bi robot re bilîzin.”
“Ji bilî vê di versiyona nû de hûn dikarin beşdarî pêşbirkên bi dîrokî bibin. Minak bi sedan kes di navbera dîrokekê de li gor mijarê wê demê beşdarî pêşbirkêkê dibin û li gor pêşbirkê xelat tê dayîn. Mabesta min ew bû ku bi saya vê beşê kesan ji rojevê agahdar bikim.”
“Fêrkirina kurdî hêsantir dike”
Ferhat Baysalî diyar kir ku ger Kurdekî/ê vê lîstikê bilîze dikare di derbarê zimanê kurdî û cîhana kurdî de bi hezaran tişt fêr bibe û got, “Ev ne lîstikeke ku mirov tenê dema xwe derbas bike, ev lîstik dide fêrkirin jî. Ji xwe di lîstikê de beşa Birkarî û beşa Ferbûnê jî heye. Di beşa ferbûnê de lîstikvan dikarin mijarekê bixwînin û girêdayî wê mijarê pirsan bibersivînin. “
Her weha di sepanê de beşek bi navê fêrbûnê heye. Lîstikvan dema ku vê beşê bilîzin dikarin di derbarê dîrok, wêje, muzîk, ziman û gelek mijarên din de xwe perwerde bikin. Mînak lîstikvan eger bixwaze Ahmedê Xanî nas bike di beşa wêjeyê de destpêkê li ser jiyana Ahmedê Xanî nivîseke an jî videoyêk temaşe dike paşê di dawiya temaşekirin an jî xwendinê de li ser jiyana Ehmedê Xanî pirsan dibersivîne. Bi saya vê lîstikvan gav bi gav hemû dengbêj, niviskar, muzîsyen û şexsen dîrokî nas bike û her wiha beşa zimanê kurdî de jî yê zimanê kurdî hin bibe.”
“Armanca lîstikê bûyerên dîrokî bîne bîra bikarhêneran”
Baysalî destnîşan kir û got: “Di lîstikê de beşek heye navê wê "Pêşbirka Şerî" ye. Bi tirkî jêrê "Turnuva" tê gotin. Ev beş girêdayî rojevê ye. Mînak niha di vê beşê de pêşbirkek li ser "Sînemaya Amûdê" heye. Weke ku hûn dizanin şewitandina Sînemaya Amûdê di 13ê Kanûna Paşiyê de pêk hatibû. Ev pêşbirk heya vê rojê wê bidome. Di dawiya pêşbirkê de lîstik rêza serketiyan diweşîne. Bi sedan kes bi hev re girêdayî vê mijarê dikarin bikevin nav vê pêşbirkê. Armanca lîstikê ew e ku bi saya vê rêbazê hemû bûyerên dîrokî bine bîran listikvanan û bide fêrkirin.”
“Her wiha di lîstikê de gelek beşên din jî hene yek jê jî beşa pratîkê ye ango lîstikvan di vê beşê de tenê pirsên ku beriya niha di lîstikê de dîtine dubare dike lê nabersivine tenê bersivên wan pirsan dibîne ji bo hişê xwe zindî bike.”
“Wekî din eger lîstikvan ji bersiva pirsê bi guman be an jî çewtiyek hebe dikare rapor bike bi vî awayî di sîstema lîstikê de xuya dike û ez pê agahdar dibim.”
Mînak eger lîstikvanek lîstikeke bi hevalê xwe re bi rêya bi lîstikê parve bike di encama vê de 100 keton qezenc dike û hevalên wî jî 50 jeton qezenc dike. Van jetonan dikarin ji bo çareserkirina pirsên zehmet bikaribinin”
“Her wiha di lîstikê de beşa listeya serketiyan jî heye. Hemû kesên ku vê lîstikê dilîzin îstatîstikên xwe û yên lîstikvanên din jî dibînin. Bi saya van îstatîstikan dikarin asta xwe ya di derbarê mijarên lîstikê de zanibin.”
“Di lîstikê de beşa dikana jetonan jî min cih kiriye. Ji ber ku lîstik bê pere ye. Eger hin lîstikvan jetonan bikrin dikarin bi vî awayî piştgirî bidin û bi jetonên xwe dikarin di lîstikê de ji bo çarserkirina pirsan bikarbînin.”
Ji bo daxistina sepanê lînkên ku li xwarêne bitikîne:
Ji bo Iphone:
https://apps.apple.com/be/app/pirs-kurdish-online-game/id1643788584
Ji bo Andorid:
https://play.google.com/store/apps/details?id=kurdi.leyzok.pirs
Xebatên Baysalî yên berê
Her weha Ferhat Baysalî pêştir jî çend sepanên dijîtal yên bi bi rengî çêkirine. Hemû sepan di warê taybetmendî û naverokî de ji hev cûda ne. Sepanên wî yên ku berî niha amade kiriye ev in:
Lîstika AWIR a Dimilkî, Kurmancî, Ermenî, Elmanî û Îngilîzî ) Di beşa Kurmancî de 250.000 hezar peyv hene.
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.ferhat.baysal
Lîstika ji bo zarokan a bi navê Astronotê Kurd:
https://play.google.com/store/apps/details?id=bb.steregerekurd
Lîstika bi 8 zimanan - Peyvên Kurdî
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.kurdish.words
Lîstika Xox
https://play.google.com/store/apps/details?id=com.listika.xox
Derbarê Ferhat Baysalî de
Ferhat Baysal 4 sal berê penahendeyî Belçikayê bûye. Li herêma Walloniya wî welatî dijî. Li wir di beşa Endezyarîya Kompûtere de li zanîngehê xwendekar e. Her weha di heman demê de ji bo şîrketên wek Amazon, Facebook û Googlê kar dike. Ji bijî vê li ser sepanên dijîtal yên bi kurdî xebat û lêkolînan xwe didomîne.(AY)