NÇMê ji bo zarok û mezinan kargeha muzîkê dabû destpêkirin. Serlêdanên kargeha mûzîkê yên NÇMê wê di 15ê Çiriya Pêşiyê de bi dawî bibe.
Serlêdanên atolyeyên muzîkê ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di 26ê Ilonê de dabû destpêkirin dê di 15ê Çiriya Pêşiyê de bi dawî bibin.
Di atolyeya hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan were dayîn de wê perwerdeya enstrumanên weke saz, gitar, erbane, piyano, bendîr, bilûr, mey, zirne, şan û kemane bên dayîn.
Serlêdanên atolyayan li NÇMê tên kirin. (AY)