Li Wanê wê Festîvala Şanoyê ya 3yem pêk bê. Festîval wê di 23yê Îlonê de destpê bike û heta 30ê Îlonê dewam bike. Koma ŞanoWan a ji sala 2017'an ve xebatên xwe dike festîvalê saz dike û lîstik wê li ser dika ŞanoWanê ya li Perîhan AVMyê ya li navçeya Îpekyolûyê wê bên nîşandan. Di festîvalê de wê sê lîstik bên lîstin.
Festîval wê bi lîstika "Jiyan ji te pir hez dikim (Hayat Seni Çok seviyorum) a nivîskar-helbestvan Îlhan Samî Çomakî û bi lîstika "Hay lo dîsa tev li hev bû" ya ŞanoWanê bi dawî bibe.
Lîstikvana ŞanoWanê Bêrîvan Bûdakbeyoglûyê ji Ajansa Mezopotamyayê re gotiye ku ew bi 4 kesan xebatên mîhrîcanê bi rê ve dibin. Bûdakbeyoglûyê destnîşan kiriye ku pir bi kelecan in û bi lêv kir ku girîng e ku bi listîka "Jiyan ji te pir hez dikim" a nivîskar-helbestvan Îlhan Samî Çomak dest bi mihrîcanê dikin. Bûdakbeyoglû xwest ku hem beşdarvan hem jî temaşevan bi cilên herêmî tev li roja destpêkê ya mîhrîcanê bibin: "Eleqeya gelê me ji niha ve zêde ye. Ji roja me ev der avakiriye heta niha, ji xwe eleqeyeke gelê me ya zêde hebû. Ji ber vê yekê me jî biryara da ku ji bo gelê xwe mîhrîcaneke wiha pêk bînin."
Şanoyek li sir jinan wê bê lîstin
Bûdakbeyoglûyê diyar kiriye ku lîstikeke din a girîng jî bi navê "Jineke hişyar dibe" ye: "Ev lîstik di rastiyê de dê di warê cih û pozîsyona jinê ya civakê de diyarker be. Em di wê baweriyê de ne ku wê gelek jin xwe di wê lîstikê de bibînin. Lîstikeke serkeftî û xweş e."
Bernameya festîvalê
Bernameya Festîvala ŞanoWanê wiha ye:
*23yê Îlonê saet 19.00 pêşengeha "Kulîlkên Hişk"
*23yê Îlonê saet 20.00 lîstika "Jiyan ez ji te hez dikim"
*24ê Îlonê saet 15.00 lîstika "Jiyan ez ji te hez dikim"
*24ê Îlonê saet 20.00 lîstika "Serbaz"
*25ê Îlonê saet 15.00 lîstika "Jinek hişyar dibe"
*25ê Îlonê saet 20.00 performansa dansê ya bi navê "Pirimis"
*26ê Îlonê saet 15.00 lîstika "Tu ne Gara yi"
*26ê Îlonê saet 20.00 lîstika "Bûka lekî"
*27ê Îlonê saet 15.00 û saet 20.00 lîstika "Hinek Henek"
*28ê Îlonê saet 15.00 lîstika "Hinek Henek"
*28ê Îlonê saet 20.00lîstika "Dek u dolaben Scapen"
*29ê Îlonê saet 15.00 lîstika "Dek u dolaben Scapen"
*29ê Îlonê saet 20.00 "Tenê ez"
*30ê Îlonê saet 20.00 lîstika "Hay lo dîsa tev li hev bû"
(FD)