Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îsal wê Yeşîm Ûstagolû, seroka jûriyê ya pêşbirka fîlmên metrajdirêj ya Festîvala Fîlman a 59an a Pirteqala Zêrîn a Antalyayê be.
Ûstaoglûyê di sala 2016an de bi fîlmê xwe yê bi navê “Tereddüt” xelata baştirîn fîlmî wergirtibû.
Yeşîm Ûstaoglûyê di sala 1984an de bi kurtefîlmê bi navê “Anı Yakalamak” dest bi karên sînemayê kiriye. Heta niha beşdarî festîvalên fîlman ên mîna Berlîn, San Sebastîn, Moskova, Tokya, Abû Dabî û gelekên din bûye û xwediya gelek xelatan e.
Gelek sînemager û şanogerên navdar endamên heman jûriyê ne.
Wê li 10 fîlman temaşe bikin
Derhênereke din a ku endama jûriyê ye Azra Denîz Okyay e. Wê di Festîvala Fîlman a Venedîkê de bi fîlmê xwe yê bi navê “Hayaletler” Mezintirîn Xelata Hefteya Rexnegiran û di heman demê de Baştirîn Derhener a Pirqetala Zêrîn wergirtiye.
Endamên din ên di juriyê de ev in:
Ahmet Mumtaz Taylan, yek ji lîstîkvanên fîlmê bi navê “Bir Zamanlar Anadolu”yê ye ku vî fîlmhi di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata mezin bidest xistibû. Taylanî jî xelata baştirîn lîstîkvanî ya Pirteqala Zêrîn wergirtiye.
Nûrgul Yeşîlçaya ku di fîlmên weke "Yedi Kocalı Hürmüz", "Anlat İstanbul" , "Yaşamın Kıyısında" de lîstiye.
Haydar Ergulen, xwediyê Xelata Helbestan a Pirteqala Zêrîn.
Stranbêj Harûn Tekînê ku yek ji avakarê koma Mor ve Ötesi ye. Ev kom li ser navê Tirkiyeyê beşdarî Eurovisiona 2008ê bûye.
Ûgûr Îçbar, derhênerê dîmenan e, du caran weke baştirîn derhênerî hatiye hilbijartin û xelata Pirteqala Zêrîn bidest xistiye. Her weha li Zanîngeha Mîmar Sînanî dersan dide.
Endamên jûriyê wê di festîvalê de li 10 fîlman temaşe bikin û van fîlman binirxînin. (ED/TY/FD)