Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê jê xwemalî, 8 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Di fîlmê "Cinawir" de Idrîs Elba, Sharlto Copley, Leah Jeffries û Iyana Halley dilîzin.
Di fîlmê de bav û du keçên wî diçin Afrîkaya Başûr. Şêrek jî li herêma nêçîrê ji destê nêçîrvanan difilite û bav û keç jî li vê herêmê ne.
Ryan Engle senaryoya fîlmê nivîsiye û Baltasar Kormakur jî derhêneriya wê kiriye.
"Dawet"
Derhênera Jessica M. Thompson e û li Amerîkayê hatiye kişandin.
Nathalie Emmanuel, Thomas Doherty, Hugh Skinner û Stephanie Corneliussen tê de dileyîzin.
Keçikeke bi navê Evie piştî ku diya wê dimire, kesekî wê namîne. Paşê testa DNAyê dike û xizmên wê dertê. Xizmên wê, wê vedixwînin dawatekê, lê niyeta wan xerab e.
"Spider Man: Vegera Malê Tuneye"
Tom Holland, Zendaya, Benedict Cumberbatch, Marisa Tomei û Jacob Batalon tê de dileyîzin û cureya wê macera û honandina zanistî ye.
Jon Watts derhêner e û di 2021ê da hatiye kişandin. Nasnameya Spider Manî dertê holê û ji kesekî bi navê Doxtor Strange alîkariyê dixwaze.
"Her Du Devên Kêrê"
Claire Denis derhênera fîlm e. Juliette Binoche û Vincent Lindon tê de dileyîzin. Li ser çîroka jin û mêrê ku ji hev du hez dikin, disekine.
"Macerayên Nêçîrvanê Xezîneyê û Tableta Zumrutê"
Enrique Gato derhêner e û cureya wê anîmasyon e. Di fîlmê de gorek bi şaşî tê xerabkirin û ji bo leneta wê bi dawî bibe hewl tê dayîn.
"Rewrewk"
Onur Bîlgîn derhêner e û Neşe Erkal û Halît Şahîn tê de dileyîzin. Jinek ji bo li keçikeke biçûk binêre dest bi kar dike. Paşê xwe di nava bûyeran da dibîne.
Komediyên xwemalî yên hefteyê
Di "Şahidê Derewkar" de Înan Ulaş Torun, Algi Eke, Onûr Sermîk, Rûhsar Gultekîn û Denîz Oral dileyîzin û Bîlal Kalyoncu derhêner e. Derhêneriya komediya xwemalî ya "8-0"ê jî Ugur Guzel kiriye. (FD)