Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 10 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Yek ji wan fîlmê yê derhêner Gaspar Noe yî. Di fîlmê bi navê "Vortex" de Dario Argento, Françoise Lebrun, Alex Lutz û Kylian Dheret dilîzin.
Fîlm behsa jin û merekî kal bûne dike ku rojên xwe yên dawîn dijîn.
"Bertek"
Lîstikvanên fîlmê Ryan Kiera Armstrong, Zac Efron, Sydney Lemmon, Gloria Reuben û Michael Greyeyes in.
Derhênerê fîlmê Keith Thomas e, cureya wê tirs e.
Di fîlmê de hin hêzên xirab dixwazin keçikekê û malbata wê bi dest bixin û ew jî dijî wan şer dike.
"Xeta Rizgarbûnê"
Derhênerê wê Selman Kayabaş e cûreya wê drameyê.
Lîstîkvanên fîlmê Hamdi Erdogan, Gulsîm Alî, Yusuf Aytekîn, Emîn Gursoy û Benîan Donmez in.
Ciwanekî beşdarî şer bûye û ziviriye, dixwaze bigîhêje destgirtiya xwe.
"Xwedê Neke"
Fîlmê ku lîstikvanên wê Gonca Vuslaterî, Burak Yamanturk, Oznur Serçeler, Pelîn Oztekin û Emre Dînler in cureya wê komedî ye.
Derhênerê fîlmê Bariş Yoş e.
Fîlmên tirsê yên xwemalî
Derhênerê fîlmê "Toximên Bijahr: Rêya Mirinê" Burhan Keskin, derhênerê fîlmê "Salnameya Tirsê" Yunus Şevîk, derhênerê fîlmê "Mefruh: Wehşeta Cinan" Îlker Tunçay e.
Fîlmên anîmasyon
Derhênerê fîlmê "Jujutsu Kaisen 0: The Movie" Seong-Hu Park', derhênerê fîlmê "Ejderhayê Min û Ez" Tomer Eshed e, derhênerê fîlmê "Çirçirk û Morî" jî Arman Beisembayev e.
(FD)