Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şêwra Hikûmeta Ermenistanê pirtûk cara pêşiyê di sala 1936ê de, bi navê “Nivîskarê Şêwra Ermenan” li Rewanê çap kiriye. Niha jî rojnameger û nivîskar Ferid Demirelî ji vê pirtûkê 12 çîrok hilbijartine û ew ji Kurdiya Kîrîlî wergerandiye Kurdiya Latînî. Pirtûk bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” hatiye amadekirin û Weşanxaneya Cervantesê ew çap kiriye.
Şêwra Hikûmeta Ermenistanê pirtûk cara pêşiyê di sala 1936ê de, bi navê “Nivîskarê Şêwra Ermenan” çap kiriye. Di pirtûka orîjînal de çîrok û helbest hene. Heciyê Cindiyî pirtûk amade kiriye û wî tevlî Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî ev çîrok û helbest ji Ermenkî wergerandine Kurdiyê û bi kîrîlî çap kirine.
Rojnameger Ferid Demirelî ji vê pirtûkê 12 çîrok hilbijartine û ew ji Kurdiya Kîrîlî wergerandiye Kurdiya Latînî. Pirtûka van 12 çîrokan bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” hatiye amadekirin û Weşanxaneya Cervantes ew çap kiriye.
Di pirtûkê de çîrokên Şîrvanzade, Aksel Bakunts, Derenik Demirçiyan, Stefan Zoryan, Vahan Totovents, Migirdiç Arman, Arazî, Zapel Yaseyan, Mikayen Manvelyan, Sîras, Hraçya Koçar û Garegin Besî hene.
Di dema Sovyetan de ji bo li nava gelan fikra Sosyalîzmê belav bibe, kar û xebat hatine kirin. Ji sala 1930î û pê de ev xebat bi rêk û pêk bûne û di encamê de dibistanên Kurdî hatine vekirin, pirtûk bi kurdî çap bûne. Pirtûka “Nivîskarê Şêwra Ermenia” yek ji van pirtûkan e û tê de behsa rewşa wê demê ya kurda û bandora fikra Sosyalîzmê hatiye kirin. Her weha ji ber ku têkiliya civaka Kurdan û Ermenan nîşan dide, çavkaniyeke girîng e.
Ji pêşgotinê
Wateyeke mezin a gotina “Êrîvan xeber dide guhdarên ezîz” heye li bal Kurdan. Dengê Kurdîya qedexekirî, Kurdîya ku nikarîbû li qada fermî bêbihîstin bû, ev gotin. Di dema Yekîtîya Sovyetan de dengê ji Radyoya Rewanê belav dibû, çavkanîyek e ji bo wêjeya Kurdî.
Berîya dengê Rewanê yê bi Kurdî bigihê nava Kurdên li welêt, li nava sînorê Yekîtîya Sovyetan gelek karûbarên din hatibûn kirin. Bi dehan pirtûk di wê demê de bi alfabeya Kîrîlî, paşê jî bi alfabeya Şamîlov-Marogûlovî hatine nivîsandin. Di wê demê de gelek nivîskarên Ermen ked dane ji bo nav xebatên navborî pêk bên. Ji ber vê têkilîya di navbera nivîskarên her du gelan de, nivîskarên Kurd çîrok û helbestên bi Ermenkî wergerandine Kurdîya Kurmancî. Çîrokên Şêwra Ermenan beşek ji wan çîrokan e. Bi saya karê wergerê yê Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Cerdoyê Gêncoyî, em ê karibin çîrokên Zapel Yesayan, Aksel Bakunts, Şîrvanzade, Derenik Demirçîyan, Stefan Zoryanî Derenik Demirçîyan, V. Totovents, Mikirtiç Armen-Arazî, Mikayel Malvelyan, Sîras, G. Bes yên bi Ermenkî hatine nivîsandin bi Kurmancî bixwînin.
Derbarê Ferîd Demîrelî de
Ji sala 2000î û vir ve karê rojnamegeriyê dike. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Dema xwendekarê zanîngehê bû hatiye girtin û 16 mehan di girtîgehê de maye.
Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de master kiriye lê mastera xwe neqedandiye. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Dema li Dem TVyê midûrê nûçeyan bû, hatiye girtin û 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Yek ji wergêrên pirtûkên “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz” û “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê” ye. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Nivîs û wergerên wî di kovarên Tîroj, Nûbihar, Yaba Edebiyat û Dilopê de hatine weşandin. Ji kurmanciya kîrîlî, translîterasyon û transkrîpsiyonê ber bi kurmanciya latînî dike. Pirtûka wî ya bi navê “Çîrokên Şêwra Ermenan” Weşanxaneya Cervantesê û ya “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” jî Weşanxaneya Sorê çap kiriye.(AY)