Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Lîstika bi navê “Rojbaş” 25 sal berê li Tarlabaşiya Stenbolê derketibû holê. Çîroka “Rojbaş”ê bûye fîlm.
Derhêner Ozkan Kuçuk çîroka şanogerên Kurd yên ku 25 sal berê xwestibûn lîstika bi navê “Rojbaş”ê bilizîn kiriye fîlm. Fîlm temam bûye û xwe ji festîvalên netewî û navneteweyî re amade dike.
Yekem fîlma metrajdirêja derhêner e. Di heman demê de hewldana pîşandana şanoya qedexekirî ye ku li jêrzemînekê dest pê kiriye û di encama qedexeyan de neçar maye dîsa vegere jêrzemînekê.
Li gorî Kemal Ûlûsoyê ku bi salane kedkarê şanoya kurdî ye, piştî 25 salan îro rewşa kurdî bûye wek wan salên qedexekirî.
Lîstîkvanên fîlmê: Kemal Ulusoy, Erdal Cevîz, Yildiz Gultekîn, Nîhat Oz, Nazmî Kirik, Cabbar Bariş, Rêzan Kaya, Yavuz Akkuzu, Azad Tunç, Serap Sonmez, Rûgeş Kirici, Hîlmî Demirer, Omer Şahîn, Mûrat Batgî, Mizgin Kapazan, Alîşan Onlu, Zelal Gunduz, Welat Akdag.
Senaryo-Derhêner: Ozkan Kuçuk
Derhênerê Dîmenê: Koray Kesîk
Derhênerê Hûnerê: Sedat Bariş
Derhênerê AlîkarÇ Fûnda Karakaya
#rojbashhttps://t.co/pxEGfHb9H0 pic.twitter.com/tGaYms6ofy
— Özkan Küçük (@ozkan_cinamed) January 27, 2020
(AO/AY)