Fotograf: Lîstika Mem û Zînê
Şanonûs û derhêner Mîrza Metînî ji bo 27ê Adarê, Roja Şanoyê ya Cîhanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Metînî di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser girîngiya şanoya kurdî û gotiye: “Şano û şanogerên kurd ne tenê li hember mêtingeran û li hember her cure îxtidarên navxweyî li ber xwe didin, li hember serdestiya şanoya rojavayî jî li ber xwe didin.”
“Şanogerên Kurd li hember her care desthilatdaran li ber xwe didin”
Metînî daxuyaniya xwe bi ser navê “Peyama Roja Şanoyê ya Cîhanî ya 2022yan” weşandiye û gotiye:
“Mêtinger pêşî çav berdidin dêlindêz (rîtuel), mîtolocî, karnaval, kultur, ziman û hemû dewlemendiyên gelan. Dûre an bi şêwazên cuda bêqîmet dikin û didizin, an jî qedexe dikin van qonaxan. Wisa jî gel bindest dibe û bi demê re jî hiş û bîra xwe, deng û reng û sewt û hilma xwe, govend û dansên xwe û axa xwe wenda dike; dibe androîda mêtingeran, pey re jî dibe dijminê xwebûna xwe.
“Şano berî her tiştî dîwana dêlindêz û mîtolociyê ye; dîwana karnaval, kultur, ziman, stran û kilam û destan û çîrok û dîrokê ye; dîwana govend û bizavê, hereket û bereketê ye; dîwana bedewiyê ye. Ji ber ku şano van hemû qonaxan di çemê agirîn yê zanistê de dişo loma jî nakeve xefika nostalcî û arîbûnê. Berxwedêriya xwe jî dispêrîne vî çemê agirîn ku ji çiyayê Zemên zaye. Xwedayek hebe ji bo şanoyê, ne Dionysos ne jî xwedawendeke cuda ye, zeman e ev; zeman li her derî û li ser herkesî ye û ne tenê aîdî miletekî ye.
“Şano û şanogerên kurd ne tenê li hember mêtingeran û li hember her cure îxtidarên navxweyî li ber xwe didin, li hember serdestiya şanoya rojavayî jî li ber xwe didin. Aqlê şanoya mêtingeran û aqlê şanoya rojavayî ku aqlê me dorpêç kiriye, xwe wek serdestî hemû şanoya cîhanê dibîne û bi vî şiklî jî şanoya rojhilatî tune dihesibîne.
“Hêviya min ew e ku şanoya kurdî bibe dîwana xwebûniyê û nûjeniyê, û deng bide hemû cîhanê. Lewre “rizgarkirina hiş ji mêtingeriyê” bi xwebûnê pêkan e. Xwebûn dê riya bedewiyeke bê hempa ango riya şanoyeke xwemalî veke.
“Zeman û agir li cem me ne, bes divê em zemên û êgir baş fam bikin.
“Newroz û Roja Şanoya Cîhanê pîroz be li Kurdistan û li hemû gelên bindest!”
*Derbarê Mîrza Metînî de
Di sala 1980yî de li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. 1995ê û vir ve bi şanoyê mijûl e. Ji sala Zankoya Stenbolê, Beşa Rexnegiriya Şanoyê û Dramatûrciyê, Şaxa Zanista Nivîskariya Dramatîk kuta kiriye.