Piştî navbera du salan Festîvala Fîlmên Kurdî a Stenbolê wê careke din pêk were. Mezopotamya Sînemayê di sala 2019ê de yekem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê pêk anîbû. Piştî wê ji ber pandemiya Covid-19ê, festîval li dar neketibû. Îsal wê 2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê pêk were.
Mezopotamya Sînemayê ji bo vê festîvalê ji nava bi 80 fîlmî 28 fîlm hilbijartine û wê van fîlman di navbera 24ê Adarê û 29ê Adarê de nîşan bide.
Fragmana Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê hûn dikarin temaşe bikin.
— Sînemaya Mezopotamya (@mzptmyasinema) March 19, 2022
Hûn dikarin bilêtan ji Mobiletê, NÇMê, Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê û Piya Cafeyê peyda bikin.
Têkilî/İletişim:
05074626063 - 02122326063#FFKS #festivalafilmenkurdiyastenbole pic.twitter.com/VPH4ILjplE
Bixwîne - 2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê wê di 24ê Adarê de destpê bike
Festîval wê di 24ê Adarê de li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaşî li Şîşliyê bi nîşandana fîlmê “Kurdên Êzidî” destpê bike. Di heman şevê de wê konsera Koma Aryenê pêk were. Amasi Martirosyanî ev fîlm di sala 1933yê de kişandiye û li Tirkiyeyê wê cara pêşiyê were nîşandan. Ji bilî vî filmî bi qasî 16 fîlmên metrajdirêj, metraj kurt û belgefîlmên din jî bi heman rengî wê cara pêşiyê werin nîşandan.
‘KURDÊN ÊZIDÎ’
— Sînemaya Mezopotamya (@mzptmyasinema) March 21, 2022
Yek ji fîlmên yekem ku mijara xwe li ser Kurdan e. Li 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê yê ye.
Kürtleri konu alan ilk filmlerden ‘Kürt Ezidiler’ 2. İstanbul Kürt Film Festivali’nde. #FFKS #festivalafilmenkurdiyastenbole pic.twitter.com/wZJpvykZYe
Fîlmên mayî wê li Beyoglûyê li Sînemajesticê werin nîşandan. Festîval wê 29ê Adarê dîsal li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaşî bi nîşandana fîlmê “Namo” wê biqede.
Ji Mezopotamya Sînemayê Adar Taşê bersiva pirsên bianetê da û behsa naverok û armanca festîvalê kir.
Çi girîngiya vê festîvalê ji bo sînemahezên kurd ên li Stenbolê heye? Festîval rêyeke çawa wê li ber sînemahezên kurd ên li Stenbolê veke?
Stenbol bajarekî gelekî mezin e û di aliyê çand û hunerê de ev bajar di nav bajarên Tirkiyeyê de yê herî pêşketî ye. Ev jî girêdayî çi ye? Him xebatên çand û hunerê gelekî zehf in. Him neteweyên gelek cuda cuda li vir dijîn û him jî deriyek vedibe Ewropayê. Ji ber wê jî gel çûn û hatin heye. Em dema li Stenbolê difikirin, Miletê kurd herî zehf li Stenbolê dijî. Weke hejmar. Ji yê Amedê jî zehftir e û ji her bajarê Kurdistanê zêdetir e. Ji ber vê hewcedariyê me hewl da ku em vê festîvalê çêbikin. Mezopotamya Sînema hewl dide sînemaya kurdî pêş bixe. Bi gelek berhemên xwe vê, pêş dixe. Dema festîval hat çêkirin, kêmasiyeke wisa derket holê: Erê, em bi her awayî fîlman çêdikin, di nava qada sînemaya kurdî de dixwazin hin tiştan bikin. Lê sînemehez nikarin van fîlman temaşe bikin. Mixabin ti salon cih nade van fîlman, an jî cih bidin jî sansurê dikin û bi hin şertan salonan didin. Girîngiya Stenbolê çi ye? Sînemahezên kurd, dostê me yên sînemahez van fîlman nikarin bi ti awayî temaşe bikin. Ji ber wê jî girîngiya vê festîvalê heye.
Ji bilî fîlmê roja destpêkê û yê roja dawiyê wê hemû fîlm li sînemayeke Beyoglûyê werin nîşandan. Ji bo sazkirina festîvalekê, cihek ango saloneke bi tenê wê têrê bike? Ev ê nebe pirsgirêk?
Dema me salonên xwe diyar dikirin em li ser vê pir axivîn. Me got ‘gelo em li derên cida jî, weke li Kadikoyê, salonê bigirin an na? Lê hin rastiyên me hebûn. Hêza me têrê dike, em îsal dikarin herin cihê cida, ji aliyê aboriyê ve çiqas dikarin pêk bînin? Di vî alî de hin pirsgirêkên me hebûn. Lê me tiştekî çawa kir? Em ê li Sînemajestîcê li du salonan fîlman nîşan bidin. Me got bila her fîlmên me du caran werin nîşandan. Salon 120-130 kesan hiligirin. Em ê lê binêrin bê ka di vî warî de kêmasî derkevin dernekevin. Lê dilê mirov dixwaze mirov li sê çar cihên Stenbolê di heman demê de fîlm werin nîşandan. Belkî di rojên pêş de em tiştekî wiha bikin. Lê di şert û mercên niha de ji bo me hinekî zehmet e.
"Em dixwazin li kedkarên sînemayê guhdar bikin"
Bi qasî ez dizanim wê forûmek bi beşdariya sînemageran wê were lidarxistin. Tu dikarî behsa naveroka vê forûmê bikî û wê kî beşdar bibin?
Dema em li sînemaya kurdî dinêrin, rewşa sînemaya kurdî û ya kurd tê de ne, bi hev re girêdayî ye. Dema em li sînemaya kurdî dinêrin, endurstriyeke xwe avanekiriye. Ev jî ji ber ku kurd hê nebûne neteweyek û bi awayekî fermî kes fonan nadin ku sînemaya kurdî pêş bikeve. Sînema hinekî bi vê jî girêayî ye. Rastiyeke wê wiha heye. Me got bê ka pirsgirêkên sînemaya kurdî çi ne, li ser vê hin nîqaşan bikin. Vê jî ne tenê di navbera xwe de, an jî di nava hin saziyan de bikin. Em dixwazin ji her qadê li kedkarên sînemayê guhdar bikin. Ew jî li me guhdar bikin. Yê karên deng, dîmen, senarîstiyê, derhêneriya dîmenan dikin, yên bi salan e di sektora sinemaya Tirkiyeyê de dixebitin. Em dixwazin yên li Stenbolê vî karî dikin tevlî vê formê bikin û hinekî li ser sînemaya kurdî nîqaşan bikin. Bi rêya vê formê belkî em platformekê ava bikin. Em dixwazin ev hinekî bibe platformeke mayînde.
"Bernameyên çand û hunera Kurdî bêsebep tên qedexekirin"
Bernameyên bi kurdî car caran bi sedemên cida cida tên qedexekirin. Ger rewşeke wiha çêbibe, alternatîfa we çi ye? Hûn ê festîvalê bi çi rengî li dar bixin?
Ya rastî ez hinek tevlî vê pirsê nabim. Ya rastî ez dikarim bibêjim ti sebep tine. Sebebek hebe, ew bêsebebiye. Derbarê çalakiyên kurdan de em mînakên wan pir dibînin. Ev du sal in. Sêyemîn salvegera damezrandina NÇMyê de, lîstikên TJN, yên Şanoya Bajêr a Amedê hatin qedexekirin. Em dizanin dîrokê de ev rastî û qedexe hebûn derbarê hunera kurdan de. Ev ihtimal heye. Em na xwe de jî nîqaşan pêk tînin. Lê di wêr rewşê de em divê hinek amade bin ji vê re. Weke fikir û wek pratîk jî amade bin. Hinek amadekariyên me ji bo vê jî hene. Lê em naxwazin vê ihtimalê zêde bi lêv jî bikin. Em naxwazin festîvala xwe krîmînalîze bikin. Ti sedem nîne were qedexekirin.
Ti armanceke we, hedefeke we heye ku festîvala we berfirehtir bibe û di asta navnetewî de bibe festîvaleke fîlmên kurdî?
Em niha çerçeveyeke wisa festîvalê li dar dixin. Nêzî 7-8 sal e li Amedê festîvala fîlman em çêdikin. Em hevparê wê festîvalê ne jî. Ew di qada navnetewî de ye. Li ser vê nîqaşên me zêde nîne. Em di vê çarçoveyê de vê festîvalê li dar dixin. Rojên pêş belkî ev were rojeva me jî.
Bernameya Festîvalê |
Derbarê Mezopotamya Sînemayê de
Mezopotamya Sînema, di sala 1995an de xebatên xwe di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê de daye destpêkirin. 24 salin ku li ser hemû beşên sînemayê xwebatên xwe didomîne. Heta niha nêzî 100 belgefîlm, kurtefîlm û fîlmêndirêj bi awayekî kolektîf kişandiye. (FD)