Fotograf: Ji provaya lîstika "Tu ne Gara yî"
Li Stenbolê dema behsa bernameyên çand û hunerê tê kirin, Beyoglû, Şîşlî, Beşîktaş, Kadikoy û du sê navçeyên din tên hişê mirovan. Ev jî ji ber wê ye ku bername bêhtir li van deran pêk tên. Navendên çand û hunerê jî bêhtir li van der û doran in.
Li Esenyûrtê, yek ji dûrtirîn navçeyên Stenbolê, berovajî vê rewşa heyî, navendeke çand û hunerê ev 10 sal in bernameyan pêk tîne.
Navenda Çand û Hunerê ya Siyê (Golge Kültür Sanat Merkezi) ye ev navend. Navendê di 10ê Sibatê de 10 saliya xwe pîroz kir. Navenda di sala 20009an de hatiye avakirin. Ji ber şewba Covid-19ê bernameya pîrozkirina 10 saliyê, piştî du salan pêk anîn.
Bernameya 10 saliyê li salona navendê ya Esenyûrtê pêk hat û Rûken Yilmaz, Mehmet Atli, Koma GKSMyê û Husnu Arikan stran strîn û koma şanoyê û ya folklorê ya heman navendê derketin ser dikê.
Di bin banê Navendê de her weha komeke şanoyê heye, bi navê Tiyatro Siyê. Koma şanoyê ev salek e ku li ser lîstikekê kar dike û piştî vê xebatê jî wê 26ê Sibatê ango sibê wê yekem car vê lîstikê pêşkêş bike.
Komê şanonameya Azîz Nesînî ya bi navê “Tu ne Gara yî” bi wergera Kaddafî Unalî amade kiriye û wê bi kurdî bilîze. Ev şanoya yekem e ku wê kom bi kurdî bilîze.
Rabîa Keskîn, Kaddafî Unal û Hasan Yavûz di lîstikê de dilîzin, Rewşan Apaydin derhêner a lîstikê ye Fatma Erdenê karê ronîkirinê û Ûmût Şahînî jî dekor û cil û berg amade kirine.
Endamên komê Rabîa Keskîn, Kaddafî Unal û Hasan Yavûzî ji bianetê re behsa navenda xwe û lîstika “Tu ne Gara yî” kirin.
*Bernameya pîrozkirinê ya 10 saliya GKSMyê
Navenda Çand û Hunerê ya Siyê kengî ava bûye û kî ne avakarên wê?
Kaddafî Unal: GKSM (Navenda Çand û Hunerê ya Siyê) di 2009an de hat avakirin û yên ku ew avakirin niha jî xebatkarê wê ne. Bi hêza xwecihî hat sazkirin û wisa jî domiya.
10 sal in ku karûbarên xwe didomîne ev Navend. Heta niha xebatên çawa kiriye?
Hasan Yavûz: GKSM ji avakarina xwe û vir ve di gelek beşên hunerê de xebat kirine. Mûzîk, şano, dans; Di van hêlan de perwerde hatin dayîn û pêşandan jî hatin lidarxistin.
Li Stenbolê dema behsa çand û hunerê tê kirin, weke navend, çend navçe tên hişê mirovan. Beyoglû, Şişli, Kadikoy, Beşiktaşê û yek du yên din. Konser, şano, pêşangeh û cûreyên din ên hunerê bêhtir li van navçeyan tên nîşandan. We berovajî vê rewşê li derveyî van navendan, li Esenyûrtê navendek ava kiriye? Sedema wê çi ye?
Kaddafî Unal: Hewce ye ku li ku derê kêmasî hebe divê li wir xebat were kirin. Belê li wan navendan de gelek zêde karê çand u hunerê çêdibin. Lê gelê me, kesên me yên ji wan deran dûr? Ma şano, muzîk, dans ji wan re hewce nîn e? Ji bo vê pêdiviyê me xebatên xwe li Esenyûrtê pêşxist.
Têkiliya we û niştecihên Esenyûrtê çawa ye? Esenyûrtî û kesên li navçeyên der û dorê rûdinên, tên li bernameyên we temaşe dikin?
Hasan Yavûz: Em li Esenyûrtê ji 12 salan zêdetir e xebata çand û hunerê dikin. Piştî xebatên me niştecihên vê derê eleqeyek baş nîşan didin û ji navçeyên der dor jî temaşevanên me tên.
Em îro bi zarokan re bûn
— Gölge Tiyatro Topluluğu (@golgetiyatro) January 22, 2022
Bugün çocuklarla birlikteydik ☺️#ÇîrokMîrok pic.twitter.com/lsZgeqFsYD
Me gava din behsa bernameyên çand û hunerê yên li navçeyên navendî kir. Ez meraq dikim, ji derveyî Esenyûrtê, ji navçeyên dûr, kes tên li bernameyên we temaşe dikin. Mîsal, ji Kadikoyê, Beyoglûyê, Uskudarê?
Rabîa Keskîn: Em xebatên ji wan cihên navendî dûr ve pêş dixin lê ji wan deran jî temaşevanên me hene. Sedema me ya bingehîn ji bo xebatên me yên li Esenyûrtê hatin meşandin ew e ku, me xwest şêniyên li Esenyûrtê bêhtir bi hêsanî şano û muzîkê re bînin gel hev.
Em hinekî behsa koma we ya şanoyê bikin. Ew kengî ava bû? Kesên beşdarî vê komê dibin, şanogerên profesyonel in an ji bo bibin şanoger tên?
Hasan Yavûz: Koma me ya şanoyê, ji avakirina saziyê (GKSM) û vir ve heye. Lîstikvanên me gelemperî hevalên ku tên waneya şanoyê hildidin û li gel wan hevalên ku li ser şanoyê perwerdehiya akademîk dibînin jî hene.
Şanoya we ya bi navê “Tu Ne Gara Yî?” şanoya sezona nû ye. Beriya niha jî hin komên şanoyê bi kurdî lîstibûn? Çi taybetmendiya wê heye ku şanoyên kurdan vê lîstikê dixin nava bernameya xwe de?
Kaddafî Unal: Di lîstika Gara de him rexneyek him jî hêjahiyek hunerî heye. Û hinek jî em dikarin bêjin kêfxweşiyek tê de heye ku dikare mirovan bide kenandin. Li dor van xalan, Aziz Nesin bi xwe, jiyan û kesên vir gelek baş dîtiye û derbasê nivîsê kiriye. Di vê lîstikê de jî heqîqet, rastî, baweriya civakê û rastiya xwerû gelek baş hatine niqaş kirin. Baş tê zanîn ku şerên desthilatdaran ji gelan re tu feyde nîn e. Lê desthilatdar bi hin çîrokên sexte ve, dixwaze gel bide pey xwe ango têxe nav şer. Di lîstikê li dor vê mijarê rexne ji gel re, rêvebiran re rexneyî hene. Ji bo van sedeman ev lîstik tê li darxistin.
Di ve şanoyê de we çi derxistiye pêş? Hûnê mesajeke çawa bi vê lîstikê bidin?
Rabîa Keskîn: Demekê dirêj me şano bi zimanê tirkî dikir lê di komê de lîstikvanên kurd jî hebûn û em wek lîstikvanên kurd li ser şanoya bi zimanê zikmakî peyivîn, me nîqaşan kir û em ketin nava pêvajoyek wiha. Me nexwest zimanê xwe yê dayîkê tenê li mal û di nav xwe de bipeyîvin. Me xwest şanoya kurdî bikin, sedema me ya esil jî ev bû.
*Ji provaya lîstika "Tu ne Gara yî"
Bernameya lîstikê diyar e? Wê li ku were lîstin?
Rabîa Keskîn: Bi qasî salek e em amadekariyê ji bo lîstikê dikin. Taybetî li ser ziman û texta lîstikê pir xebitîn û niha jî lîstika me amade ye em ê di 26ê sibatê de li ser dika xwe lîstika xwe ya yekemîn (promiyer) pêk bînin. em pir kelecan û kêfxweş in. (FD)
Fotograf: GKSM