Fotograf û Çavkanî: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
UNESCOyê (Sazîya Perwerdê, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî) di sala berê de 4 dêr û 5 perestgehên ji demên “Antîka Dereng” û “Serdema Navîn” de mabûn girtibû Lîsteya Demî ya Mîrateyên Cîhanê. Niha jî ji bo wan bigire lîsteya mayînde protokol îmza kirine.
Dêra Mor Sobo, Dêra Dayika Meryem (Yoldath Aloho), Perestgeha Deyrûlzafaran, Perestgeha Mor Gabrîel, Perestgeha Mor Abaî, Perestgeha Loozor, Perestgeha Mor Yaqûp, Perestgeha Mor Qûryaqos û Dêra Mor Azozo ku di 30ê Avrêla 2021an de girtibûn Lîsteya Demî ya Mîrateya Cîhanê ji bo ku bikeve lîsteya mayînde dosyaya endamtîya wan amade kirin in.
Ji bo îmze kirina protokolek hevkariya di navbera Şaredariya Mîdyatê û Serkariya Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan ku bi girêdayî Wezerata Çand û Turîzmê ye, merasîmek li darxistine. Di merasîmê de Walîyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş axaftinek kiriye û gotiye, “Gelek dêr û perestgehên me hene. Êm ê bi xêr 9 ji wan di lîsteya endamtiyê de bibinin. Armanca me ew e ku em ê ji bo 60 dêr û perestgehên mayîn jî dosyayan amade bikin û wan ji bo endamtiyê bişînin ji UNESCOyê re”.
Gokhan Yazgiyê ku Serkarê Giştî yê Berhemên Çandî û Muzeyan e destnîşan kiriye ku yek ji berpirsiyariyên wan jî amadekirina dosyayên berhemên dîrokî ye ku ew bikevin Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê.
Yazgi aniye ziman ku li ser ev amadakiriyên ew dimeşînin rasterast pisporên girêdayî sergaha wan dixebitin û pirî caran jî li gor têgihiştina sereke ya di peymanên UNESCOyê de ew bi hevparên herême re jî hin xebatên giran dikin.(AO/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye