Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Chalak Events di 13ê Sibatê de roja Yekşemê bi mebesta "Valentines Day / Roja Dildaran" li Nînova Cafe ya Taksimê kargeha Sêva Mêxekrêj li dar dixe.
Chalak Eventsa ku di sala 2017an de ji aliyê xwendekaran ve hat sazkirin bê navber çalakiyên xwe li dar dixe.
Chalak Events vê carê 13ê Sibatê roja Yekşemê bi minasebeta "Valentines Day / Roja Dildaran" li Nînova Cafe ya Taksimê kargeha Sêva Mêxekrêj li dar dixe.
Di 13ê sibata roja sembolîk de dê kesên beşdarî kargehê bibin sêva mêxekrêj ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de heye çêkin. Kargeh dê saet di 12.00an de dest pê bike û heta saet 20.00ê dewam bike.
Herwiha di kargehê de muzîkjen dê muzîkekî enstrûmental ji bo beşdaran pêşkêş bikin:
Bujen Arpacik dê di navbera 17:00-18:00an de li kemanê bide, Sarah Atkinson dê di navbera 18:00-19:00an de li çelloyê û Kajîn Dara jî dê di navbera 19:00-20:00an de li sentûrê bide. Dawîya şevê saet 21:00ê Sîdar Ferîd dê konserekê bide.
Herwiha Chalak Eventsê diyar kiriye ku ji bo beşdariyan sêv, mêxek (qerenfîl) û zendik ji kîsî wan e.
Chalak Eventsê daye zanîn ku armanca wan ewe ku ew kevneşopiya Kurdî berdewam bibe.
Sêva Mêxekrêj, sêveke xwaziye ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rahiya xwe distêre. Sêva mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e. Sêva Mêxekrêj ku çandeke pir kevn e tê wateya evîn û aştiyê.(AY)