Pêvajoya serlêdanê ya ji bo pêşbirka duyem a şanonameyên kurdî destpê kiriye.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku ew li benda serlêdanên şanonûs û nivîskaran e. Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê wê şanonameyên bi Kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn. Di encamê de jî wê hilbijartina sala 2022an dîyar bike. Komîte wê ji nava berheman sê sê şanonameyan hilbijêre.
Bixwîne - Mîrza Metîn: Bi vê derfetê dibe ku şanonûsên kurd berê xwe bidin cîhanê
Bixwîne - Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê diyar bûye
Şanonameyên ku bêne hilbijartin dê bi hev re wekî kitêbekê ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve bêne çapkirin. Encama hilbijartinê dê di 27ê Adara 2022yê de bê eşkerekirin.
Kesên bixwazin, divê heta 15ê Adara 202yê şanonameyên xwe ji Komîteya Kurdî ya Eurodramayê re bişîne.
Komîte ji van kesan pêk hatiye:
Kordînatorê Komîteyê: Mîrza Metîn (Şanonûs û Derhêner, Istanbul/Köln), Endamên Komîteyê: Berfin Zenderlioğlu (Derhêner, Lîstikvan û Dramaturg, Istanbul), Barış Işık (Derhêner û Lîstikvan, Amed), Çetoyê Zêdo (Dramaturg, Şanonûs û Lêkolîner, Istanbul), Erdal Ceviz (Derhêner, Istanbul), Helim Yûsiv (nivîskar û wergêr, Wupertal), Hilmi Demirer (Lîstikvan, Wergêr, Istanbul), Kawa Nemir (Helbestvan û Wergêr, Amsterdam), Shaliko Bêkes (Derhêner, Dramaturg, Lîstikvan, Moskova), Sinan Akcan (Dramaturg, Senarîst, Istanbul), Zelal Anğay (Dramaturg û Derhêner, Enqere).
Par cara pêşiyê pêşbir pêk hatibû. 8 kesan serî lê dabû û di encamê de Mistoyê Heco bi şanonameya "Na Bavo Hê Li Rawestgehê Me" bûbû yekem, Kemal Orgûn bi şanonameya "Pepûk Çi Ye Tu Dizanî?" bûbû duyem û Yûsûf Ûnay jî bi şanonameya "Forsa Şerko" bûbû sêyem.
Derbarê Eurodramê de
Eurodram torek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û tu mebesta xwe nîne sûdeke bazirganîyî bi dest bixe.
Ji bo forma serlêdanê, bitikîne
(FD)