Hejmara duyem a kovara The Hall Kurdî çap bûye.
Kovara The Hall Kurdî ya mehane ye û di meha Kanûna Paşiyê ya 2022an de dest bi weşanê kiribû.
Di hejmara duyem de hûnera NFTê (Non Fungible Token) mijara sereke ya kovarê ye. Li cîhanê di van demên dawiyê de NFT yek ji wan mijaran e ku her diçe bêhtir belav dibe. Kovarê di vê hejmarê de bala xwendevanan daye bandora vê cîhana sanal ango hunera kriptoyê di nava kurdan de. Kovarê li ser mijarê bi jineke Kurd, Koshe Salayî re hevpeyvînek kiriye. Salayî digel 2 hevalên xwe hesabê bi navê NFTKURD damezrandiye û ev ekîb NFTyan diafirînin.
Bûyerên li Qazaxistanê yek ji mijarên kovarê ye. Ji bo rewşa dawîn ya kurdên li wir dijîn kovarê pirsên xwe li karsaz û çalakvana Kurd Narîn Nadirovayê kirine.
Yek ji mijarên din ên kovarê Peymana Enqereyê ye. Di sala 2020an de bi deh hezaran kesan ji Tirkiyeyê serî li Peymana Enqereyê dabû û bi hezaran kesên serîlêdanên wan erê bibûn jî li Ingilîstanê bicih bûne. Di vê hejmarê de hin serpêhatiyên du bijîşkên Kurd, Gezo û Îzzet Bozkurt ku bi Peymana Enqereyê çûne Ingilîstanê hene.
Di kovarê de mijarek din projeyek Daleel Hagy ye ku ciwanekî ji Rojavayê ye. Hagy projeya xwe li ser dar danîna li Bakurê Rojhilata Sûriyê û Herêma Kurdistanê amade kiriye. Hagy projeya xwe li Londonê daye destpêkirin û bi vê projeyê dixwaze alîkariyek bigihîne deverê û kesên ku ji warê xwe bûne. Her wiha bi çandina daran herêmê bike ciheke hêşîn.
Her weha nivîsa Necat Zivîngiyî ya bi navê “Resmên Nu Yên Windayî Yên Cizirî” jî nivîseke din a vê hejmarê ye.
The Hall Kurdî li ser issuu.com û epirtuk.com-ê belav dibe. (BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe amade kiriye