LaWje piştî demeke dirêj wê li Stenbolê konserekê pêk bîne
![LaWje piştî demeke dirêj wê li Stenbolê konserekê pêk bîne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/254/763/original/Adsız_tasarım_(34).jpg)
LaWje, wê di 17ê Kanûna Pêşiyê de konserekê pêk bîne. Konsera LaWjeyê li Navenda Çandê ya Suleyman Sebayî ya Beşîktaşê wê li dar bikeve.
Chalak Eventsê organîzasyona konserê dike û konser wê saet di 20.00ê de destpê bike. Piştî belavbûna vîrusa Covid-19ê ev yekem konsere ku LaWje wê li Stenbolê pêk bîne.
LaWje wê stranên ji albûma xwe ya bi navê “Selîqe” û her wiha stranên klasîk ên muzîka Kurdî yên bi navê “LaWjeyên Evîniyê” jî bistrîne.
Kesên ku bixwazin wê şevê têkevin Navenda Çandê ya Sûleyman Sebayê divê 2 derzîyên Covid-19ê li xwe xistibin an jî testa negatîf a PCRyê berîya 48 saetan derxistibîn.
Her wiha Chalak Eventsê 10 bilêt ji bo xwendekaran wekî dîyarî dane û kampanyaya bilêtên dîyarî ji bo wan xwendekarên rewşa wan a aborî nebaş da dest pê kirine. (FD)