Fotograf: Bariş Evîz
Şermola Performans wê sezona xwe ya nû, bi lîstika “Mem û Zîn”ê bide destpêkirin.
Şanoya ku ji ber destana “Mem û Zîn”ê hatiye amadekirin cara pêşiyê wê roja 3yê Çiriya Paşiyê li Êlihê, li Yeni Sahneyê were nîşandan. Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronî Dildar lîstikvanên şanoyê ne û Zelal Angay dramatûrg e. Koreograf Arjen Brûsk e. Mîrza Metîn, derhênerê lîstikê ye.
Şermola Performans nêzîkî salekê ye ji bo vê lîstikê bi rengekî online xebat kirine û li ser dîroka şanoyê, nivîsîna dramatîk û li ser teoriyên lîstikvaniyê, ders dane. Her weha di heman demê de, ji bajarên cida cida bi lîstinvanan re senaryo hatine xwendin û lîstik bi rengekî online hatine ceribandin.
Di encama van xebatan de nivîskar û derhênerê Şermola Performansê Mîrza Metînî bi lîstikvanên navborî re lîstika “Mem û Zîn”ê amade kiriye.
"Dixwazim rêbazeke xwemalî ya lîstikvaniyê ava bikim"
Metînî lîstik ji ber klama Dengbêj Resoyî amade kiriye. Wî got ku teksta lîstikê ne adaptasyon e û derbarê lîstikê û pêvajoya amadekirina wê de ev zanyarî dan: “Dengbêj Reso çi û çawa gotibe ew e, min zêde dest nedaye tekstê, ji sedî 99 heman tekst e. Pirs ev bû, destaneke gelêrî, bêyî ku weke teksteka şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bê sehnekirin? Bi vê pirsê min hewl da ku li ser sehnê rîtueleke nûjen pêk bînim, şîroveyeke nûjen çêkim. Bingeha vê xebatê a rast diçe xwe digihîne heta sala 2009an, xebatên lîstikvaniyê yên wan çaxan ku xwe dispartin rêbazên dengbikaranîn û nefesbikaranînên dengbêj, çîrokbêj û şivanan, her wiha rêbazên wan ên kilam û stran û çîrokvegotinê.
"Di 2014an de min navê xebata xwe kir ‘Dîwan’. Hewla min ev e ku rêbazeke xwemalî ya lîstikvaniyê ava bikim ku ji bo lîstikvanan sûdmend be. Di xebata min de dibe ku lîstikvan mehek du mehan, her roj li ser heman enercîya hereketeke govendî bixebite, li ser heman enercîya xulxulandinan an jî tinginiya dengekî dengbêjiyê bixebite. Lîstika Mem û Zîn jî xwe dispêre van xebatên lîstikvaniyê ku navê wê ‘Dîwan’ e. Bîner dê çîrokeke gelerî bi sehnekirineke nûjen temaşe bikin.”
"Ji berê de min dixwest kilamekê biceribînim"
Metînî bi van gotinan bersiva wê pirsê dide ku “Çima ne ji metna Mem û Zînê lê ji ber strana Resoyê ev lîstik hatiye amadekirin?”: “A ku ez dikim ne tiştekî nû ye ji bo şanoya kurdî. Beriya 15 salan Erdal Cevîz di Şanoya Seyrî Meselê de heman tişt ceribandibû û du heb çîrokên kurdî bi awayekê nûjen sehne kiribû. Cudahiya xebata min ev e ku berhema min xwe dispêre ‘Dîwan’ê, ango xebatên lîstikvaniyê. Di vê xebatê de hêmanên wek hereket (govend), deng, bêj, nefes, rîtuel, mîtolocî, performans, enercî û hwd. di navendê de ne. Sedema hilbijartina vê çîrokê jî ev bû ku ji berê de min dixwest kilamekê biceribînim û raxim ser dikê. Reso jî çîroka Mem û Zînê ku xwe dispêre mîtolocîya Memê Alanî, him kilamkî him jî gotinkî îcra kiriye û tê de gelek hêmanên arkaîk û mîtolocîk hene. Ez hêmanên wiha ji bo şanoyê û ji bo xebata lîstikvaniyê wekî derfet dibînim.”
Mîrza Metînî diyar kir ku ew di şanogeiriya xwe de mînîmalhizmê hildibijêre û “Lewre di navenda xebatên min de lîstikvan û enercîyên wan û behreyên wan hene.”
"Hewldanên amator hewldanên bingehîn in"
Di van salên dawiyê de li gel navê Amedê navê Êlihê jî di karên şanogeriya kurdî de tê bihîstin. Mîrza Metînî jî ji ber çendîn sedeman Êlih hilbijartiye: “Yekem sedem naskirina min a Pelda Bal û Kenan Demîr bû ku herdu jî li Batmanê dijîn û lîstikvaniyê dikin û di karên xwe de pir bi dîsîplîn in. A din, gelek caran lîstikên Şermola Performansê hatine Batmanê û em dizanin ku şopînerên me li vir hene. Sedemeka din jî, ji berê de potansiyel û dînamîkeke amator li Batmanê hebû û her tim bala min dikşand. Hewldanên amator hewldanên bingehînin ji bo şanoyê. Lewre jî xebat û bînerên şanoyê hene li Batmanê. Evan sedeman bûn ku ez hatim Batmanê û min tevî heval û hempîşeyên xwe lîstika Mem û Zînê çê kirin. Yenîsahne mala xwe bi dildarî ji bo vê xebatê vekrin û gelekî alîkarî jî kirin. Spasiyeke taybet ji bo Yenîsahne!”
“Mem û Zîn” piştî 3yê Çiriya Paşiyê wê 4 û 16ê heman mehê jî li Yeni Sahneyê were nîşandan. (FD)