Hefteya borî me gotibû bernameyên çand û hunerê piştî demeke dirêj careke din geş dibin. Em di dawiya havînê û destpêka payîzê de ne. Di rewşên asayî de payîz, destpêka demsala şanoyan e. Par ji ber şewba Covid-19ê komên şanoyan demeke zehmet derbas kirin. Ji xwe di rewşên asayî de jî gelek pirsgirêk li ber şanogerên kurdan hebûn.
Ev demeke şanogerên kurd hewl didin xebatên xwe bimeşînin. Hefteya borî me behsa du kargehan kiribû. Yek jê li Mêrdînê ya din jî wê li Êlihê pêk were. Niha jî li Amedê wê kargehek pêk were. Şanoya Bajêr a Amedê vê kargehê wê pêk bîne. Kargeh wê rû bi rû be û wê li navenda Şanoya Bajêr a Amedê bibe. Di vê kargehê de dersên clown, pandomîm, hereket û dansê, bûkoke, jonglor û nivîskariya dramatîk û hin dersên din bidin.
Enstîtuya Goetheyê piştevaniya kargehê dike û kargeh wê belaş be. Kesên temenê wan ji 18an berjortir be dikarin tevlî bibin û serlêdan heta 13ê îlonê ye.
Şevbêrka Dengbêjan
Şevbêrkan Dengbêjan ???????? 4ê Îlonê saet 18’an de li Navenda Çanda Mezopotamya ye •
— Mezopotamya Kültür Merkezi (@mkm_ncm) August 26, 2021
Beşdarvan ???????? Dengbêj Kazo, Dengbêj Xenî Qereyazî, Dengbêj Sebrî Agirî.
Navnîşan: Asmalı Mescit Mahallesi, Gönül Sokak No:01 Ay Han, Beyoğlu/İstanbul (İstiklal Cadfesi Rusya Konsolosluğu karşısı) pic.twitter.com/jbwXZz9oai
Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dehan salan e karên çand û hunerê dike. Xebatên wê jî ji ber pandemiyê sekinîbûn. NÇM wê di 4ê Îlonê de di bin navê “Şevbêrka Dengbêjan” bernameyekê li dar bixe. Di bernameyê de denbêj Kazo, Dengbêj Xenî Qereyazî û Dengbêj Sebrî wê kilamên dengbêjiyê bibêjin. Bername saet di 18.00ê de wê destpê bike.
Pargîn û payîzok
Li Rojavayê ekîba Pargînê dem bi dem stranên ji çanda kurdî ya kevnare diparzinîne û bi formeke modern pêşkêş dike. Her xebatên ku diweşînin, di nava civaka kurdî de her car dibe rojev û bi hezaran kes lê temaşe û guhdar dikin.
Pargînê hefteya borî bi navê “Peyîzok” vîdeo klîpek weşand ku di vê klîbê de stranek ji herêma Botanê hatiye strîn, li ser devê dengbêja temen biçûk a bi navê Sorxwîn Sedûn.
Ayfer Duzdaşê vîdeo klîbek weşandiye
Ayfer Duzdaş di van çend salên dawiyê de berê xwe daye muzîka kurdên elewî. Ji bo vê jî dem bi dem bajar bi bajar digere û van stranan berhev dike. Düzdaşê di sala 2017an de albûma xwe ya bi navê “Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî” weşandibû.
Duzdaşê çend roj berê ji bo strana “Hey Narim” a di vê albumê de strabû, vîdeo klîbek kişand û ew li ser platformên dijîtal weşandiye.
Konserên Amîdayê wê cardin destpê bikin
TARİHİ ANLAR İÇİN TAKİPTE KAL #amidakonserleri pic.twitter.com/o8WskI8OZ6
— DTSO (@DiyarTSO) August 25, 2021
Par Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê tevlî Ma Muzîkê bi navê “Dengên Qedîm Konserên Amîdayê” rêze konser li dar xistibû. Di wan konseran de hunermendên weke Mîkaîl Aslan, Kardeş Turkuler, tevlî orkestra û hunermendên Ma Muzîkê çendîn caran li deverên dîrokî yên Amedê stran strabûn. Piştî navberekê niha wê heman konser dewam bikin. Konsera yekem wê di 1ê Îlonê de be.
Sê stranbêjên jin wê bi hev re konserekê bidin
Tara Mamedova, Rewşan Çelîker û Sasa, her sê hunermendên jin vê carê wê bi hev re konserekê bidin. Konsera Mamedova, Çelîker û Sasayê di 4ê Îlonê de wê li Esenyûrta Stenbolê, li Şanoya Servekirî ya Rifat Ilgazî stranên xwe bibêjin.
Konser wê saet di 19.00ê de destpê bike.
Rewşan Çelîker wê îro jî (27ê Tebaxê) li Wanê li Akademiya Çand û Hunerê ya Uvercinkayê derkeve ser dikê.
Mehmet Atli wê li Amedê konserê bide
Mehmet Atli wê li Amedê li Pierre Lottiyê konserekê bide. Konser 1ê Îlonê roja Çarşemê saet di 20.00ê de bibe.
ABBA piştî demeke dirêj wê stranên nû bistirê
ABBA komeke muzîkê ya Swêdî ye. Di sala 1972yan de ava bûye. Di salên 1970yî de komeke geleke navdar bû li cîhanê. Lê piştî demekê kom belav bû. Herî dawî di sala 1982yan de endamên komê bi hev re stran tomar kiribûn.
Yek ji wan stranên wan ên herî tê zanîn “Mone, Money, Money” e.
Komê hewl da ku di sala 2020an de careke din stranên nû bistirên. Lê ji ber pandemiyê ev pêk nehatibû. Li gorî nûçeyên ku belav bûne, Björn Ulvaeus, yek ji avakarên ABBAyê, yê 75 salî, gotiye, ew li Stockholmê civiyane û wê di demeke kurt de stranên nû biweşînin.
Li gorî zanyariyan kom 5 stran tomar kirine.
Coldplay wê albûma 9an çap bike
Coldplay, koma muzîkê ya rockê ya brîtanî wê di Çiriya Pêşiyê ya vê salê de albûma xwe ya nû biweşîne. Navê albûma komê Music of the Sphers e. Ev albûma wan a nehan e ku di studyoyê de tomar kirine. 12 stran di albûmê de hene û li ser platformên dijîtal çend stranên wan hatine weşandin.
Agit Işık wê li Modayê be
Chalak Evenst 29ê Tebaxê roja yekşemê li Modaya Kadikoyê wê stranbêj Agît Işikî bike mêvan. Işik him stranan wê bistirê him jî pirsên beşdaran bibersivîne.
Çend nûçe
Rolling Stone komeke navdar a muzîka rockê ya Brîtanî ye. Daholvanê komê Charlie Watts, di 80 saliya xwe de miriye.
Beriya niha bi demekê Watts emeliyateke giran derbas kiribû. Watts ji sala 1963yan û vir ve di komê de bû.
20 stranên havînê
Spotify-ê stranên di havîna 2021an de herî zêde lê hatine guhdarkirin aşkere kiriye. Li gorî vê lîsteyê vê havînê herî zêde li strana Olivia Rodrigoyê ya bi navê “good 4 u” hatiye guhdarkirin. Spotify-ê diyar kiriye ku ji 600 milyonî zêdetir caran li vê stranê hatiye guhdarkirin û tevlî 18 milyon lîsteyên cida yên guhdarkirinê bûye.
20 stranên ku herî zêde li wan hatiye guhdarkirin1. “good 4 u” by Olivia Rodrigo 2. “Beggin’” by Måneskin 3. “Todo De Ti” by Rauw Alejandro 4. “MONTERO (Call Me By Your Name)” by Lil Nas X 5. “Kiss Me More” by Doja Cat, SZA 6. “STAY” by The Kid LAROI, Justin Bieber 7. “Yonaguni” by Bad Bunny 8. “Bad Habits” by Ed Sheeran 9. “Butter” by BTS 10. “Levitating (feat. DaBaby)” by Dua Lipa 11. “deja vu” by Olivia Rodrigo 12. “I WANNA BE YOUR SLAVE” by Måneskin 13. “Peaches (feat. Daniel Caesar & Giveon)” by Justin Bieber 14. “traitor” by Olivia Rodrigo 15. “Qué Más Pues?” by J Balvin, Maria Becerra 16. “Save Your Tears (with Ariana Grande) (Remix)” by The Weeknd 17. “drivers licence” by Olivia Rodrigo 18. “happier” by Olivia Rodrigo 19. “Leave The Door Open” by Bruno Mars, Anderson .Paak, Silk Sonic 20. “Astronaut In The Ocean” by Masked Wolf |
(FD)