Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Tiba Edlî bi yekdengî gotiye ku Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî, nexweşê giran “dikare li girtîgehê bimîne.”
Mehmet Emîn Ozkanê ku li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê tê girtin, 27ê Hezîranê şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.
Ozkan 25 sal in li girtîgehê ye. pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Bixwîne - "Mafê jiyanê yê Mehmet Emîn Ozkanî binpê dikin"
Li gorî nûçeya Gulcan Dereliyê ya di rojnameya Yeni Yaşamê de hatiye weşandin, saziya Tiba Edlî digel nexweşiyên wî, ji bo Ozkan li girtîgehê bimîne, biryar daye.
Saziyê di rapora xwe de wiha gotiye:
“Di kontrola Mehmet Emîn Ozkanî ya 28ê Hezîrana 2021an li saziya me hatiye kirin de, fermanên motorî yên di testên norolojîk de bê kêmasî bicih aniye, lê pirsên derbarê nasnameyê de jî tê de hemû pirs bi gotina “nizanim” bersiv daye, di kontrolên tibî de ti taybetmendiyên patolojîk nehatine dîtin.”
Saziyê di rapora xwe de diyar kiriye ku ji bilî yên ji extiyariyê ti nîşaneyên parakimal patolojîk nehatine testpîtkirin û ji ber qinyatek çênebûye, bi yek dengî biryar hatiye dayîn ku ew li girthigeheke tîpa R(ehabîlîtasyon) ji bo mehekê were girtin, tevlî rapora wî ya jiyana rojane û çavdêriyên jiyanî careke din wî bişînin ber destê lijneyê.”
Ji ber bi tirkî nizane, gotiye “nizanim”
Emîn Çoban, yek ji parêzerên Baroya Amedê gotiye ku ji ber bi tirkî nizane Ozkanî bi gotina “nizanim” bersiva pirsan daye.
Saziya Tiba Edlî di rapora xwe de gotiye ku Ozkan i tirkî nizane û di dema kontrolkirina wî de wergêr li bal wan nebûye. (AS/FD)