Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojên Belgefilman a Stenbolê ya 14an a Documentaristê îsal di navbera 6 û 11ê Tîrmehê de pêk hatiye. Xelatgirên bernameyê diyar bûne.
Di festîvalê de pêşbirka belgefilman pêk nayê û îsal Xelata Jêhatiyên Nû a Johan van derî dane belgefilma “Mimaroglu” ya Serdar Kokçeogluyî.
Pia Entenmann herhênerê hunerê yê Akademiya Çandê ya Tarabyayê, çêker Armagan Lale, nivîskara sînemayê Ayça Çîftçî, nivîskarê muzîkê û akademîsyen Feyzî Erçîn û derhênerê belgefilman Ardîn Dîren endamên Juriya Xelata Jêhatiyên nû a JvdKyî bûn. Jûriyê Xelata Taybet a Juriyê dane fîlmê “Patrida” yê Ayça Damgaci û Tumay Goktepeyê û “Gurbet Artik Bir Ev” (Xerîbî êdî malek e) yê Pinar Ogrenciyê.
Juriya FIPRESCIyê ya ji Maricke Nieuwdorp (Hollanda), Nadia Mefhal (Fransa) û Ahmet Gurata (Tirkiye) pêk hatiye Xelata Rexnegiran dane belgefilma “Guneş Hariç Hiçbir Şey” (Ji bilî rojê her tişt) ya derhênerê paraguayî, Arami Ullónî.
Di navbera 3 û 9ê Tîrmehê de beşa online ya festîvalê destpê kir û paşê di navbera 6 û 11ê Tîrmehê de jî li Muzexaneya Perayê, Navenda Çanda Fransî û Arterê belgefilm hatin nîşandan. Festîval bi alîkariya Mîrnişîna Hollandayê, Serkonsolxaneya Swêdê, Serkonsolxaneya Swîsreyê, Enstîtuya Goetheyî, Nûnertiya Portekîzê û Navenda Çanda Fransî û bi hevkariya Muzexaneya Perayê, Arter, Aynali Geçit, sahneport.com, Qehwexaneya Avaman, Bova û Zeytûnayê pêk hatiye. (AS/FD)