Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelatên Akademiyên 93yan ango Xelatên Oscarê dane xelatgiran.
Digel şewba koronayê, ji bo xelatdayînê tedbîr standine û merasîmek li Şanoya Dolby-yê û Gara Unionê du merasîm li dar ketiye.
“Nomadland”a ku di 6 beşan de bûbû namzet, xelata Baştirîn Fîlm, Baştirîn Derhêner û Baştirîn Lîstikvanê wergirtiye.
Frances McDormandê Xelata Baştirîn Lîstikvanê, Anthony Hopkinsî jî bi performansa xwe ya di filmê The Fatherî de Xelata Baştirîn Lîstikvanî wergirtiye.
Anthony Hopkins
Cara duyem e ku jinekê Xelata Baştirîn Derhêneran wergirtiye
“Mank”, “Promising Young Woman”, “Nomadland”, “Judas and the Black Messiah”, “Sound of Metal”, “Minari”, “The Father” û “The Trial of the Chicago 7” ji bo Xelata Baştirîn Filmî bûbûn namzet.
Chloé Zhao, di dîroka Xelatên Oscarê de bûye duyem jin ku Xelata Baştirîn Derhêneran wergirtiye. Her weha bûye yekem jineke Asyayî ku xelatê werdigire.
Chloé Zhao
Two Distant Strangers Xelata Baştirîn Kurtefilman wergirtie. Travon Free derhênerê filmî di merasîmê de wiha axiviye: “Li Amerîkayê polîs her roj 3 kesan dikuje. Ev, di salê de kêm zêde dike hezar kesî. Beşeke mezin ji kuştiyan reşik in. Weke ku James Baldwinî gotiye ‘Tişta herî xirab a mirovek dikare bike ew e ku çavê xwe ji êşa kesên din re bigire.’ Ji ber wê, ez ji we dixwazim ku hûn çavê xwe negirin. Çavê xwe ji êşên me re negirin.”
Xelatgirên Oscarê
Yuh-Jung Youn bi rola xwe ya di filmê “Minari”yê de Xelata Baştirîn Lîstîkvana Alîkar, Daniel Kaluuya jî bi rola xwe ya di filmê “Black Messiah”î de Xelata Baştirîn Lîstikvanê Alîkar wergirtiye.
Yuh-Jung Youn bûye yekem koreyî ku di vê kategoriyê de xelat wergirtiye.
Kesên din ên ku hêjayî xelatan bûne ev in:
- Baştirîn Fîlmê Navnetewî: Another Round (Danîmarka)
- Baştirîn Dokumanter: My Ocpopus Teacher
- Baştirîn Anîmasyon: Soul
- Baştirîn Kurte-Anîmasyon: If Anything Happens I Love You
- Baştirîn Kurte-Dokumanter: Colette
- Baştirîn Muzîka Filmî: Soul
- Baştirîn Strana Xweser: Fight For You (H.E.R, Tiara Thomas, D’Mile)
- Baştirîn Senaryoya Xweser: Promising Yound Woman
- Baştirîn Senaryoya Adaptekirî: Father (Florian Zeller, Christopher Hampton),
- Baştirîn Efektên Dîtbarî: Tenet
- Baştirîn Sînematografî: Mank
- Baştirîn Makyaj û Dîzayna Poran: Ma Rainey’s Black Bottom
- Baştirîn Dîzayna Cilûbergan: Ma Rainey’s Black Bottom
- Baştirîn Dîzayna Produksiyonê: Mank
- Baştirîn Montaj: The Sound of Metal
(TP/FD)