Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
12em Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê bi şêweyê onlîne destpê kiriye .
Yekem festivale ku weke “Festîvala Fîlmên Kurdan a Global” tê sazkirin. Li gelek welat û herêman bi dehan fîlmên derbarê Kurdan de wê bê nişandan. Temaşekirina fîlman wê belaş bin û temaya festîvalê wê “Kurdistana min” be.
Festîvalê ji xwe re kiriye armanc ku ji sala 2001î pê ve sinemaya Kurdan li Ewropayê û cîhanê bide naskirin û ji aliye komeke xwebexş ve tê organîzekirin.
Ferhan Stêrk, Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê derbarê naveroka festîvalê de bi bîanetê re axivî û got, “Ev pêkhateya ji sala 2001ê pê ve bi awayekî çalak li ser sinemaya Kurdan kar dike.”
Stêrk diyarkir ku ji sala 2012an pê ve saziya wan statuya weqifbûnê bi destxistiye û got, “Di nav pêkhateyê de ji her beşên Kurdistanê kes hene.”
Stêrk weha got, “Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê bi taybetî îsal ji nasandin û nîşandanê bêtir, berbi qada peşkevtin û hilberînê çûye. Em ê vê guhertinê bi taybetî di 12em festîvala xwe de bi awayekî zelal nîşan bidin.”
Stêrk destnîşan kir ku li Londonê demek dirêje kesên ku bi sinemaya Kurdan re eleqedarin çandeke çêkirine û weha pêde çû, “Ne kurdistanî bi tenê, gelên din jî bi Festîvala Fîlmên Kurdan re eleqeder dibin.”
Dîrektor Ferhan Stêrk diyar kir û got, “ Festîvala me wê onlîne 12 roj bidome. Ji ber ku li Londrayê salonên sînemayê hê jî girtîne.”
"Armanca me globalbûne"
Stêrk destnîşan kir ku em ê bi vê festîvalê bi naverokekî cûda derkevin pêşberî temaşevanan û got, “Bi vî awayî armanca me globalbûne. Em sînemayê bi Londrayê re sînordar nakin û li gelek cîhên cîhanê tînin pêşberî temaşevanan. Em vê bi awayekî hevpar bi Festîvalên Fîlmên Kurdî yên din yên ku festîvalên xwe taloq kiriye re pêktînin. Nêzîkî 10 festîvalên fîlmên Kurdan bi me re weke hevpar di vê festîvalê de ne û dê weke partner di festîvalê de cîhê xwe bigirin.
Ferhan Stêrk da zanîn ku ew bi festîvalên fîlmên Kurdan yên wek Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Amedê (Akademîya Sînameyê ya Rojhilata Navîn ), Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Barselonayê (Mostra De Cinema Kurd De Barcelona),Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Hamburgê (Kurdisches Film Festival Hamburg), Festîvala Fîlmên Kurd Ya Los Angelesê, Festîvala Fîlman ya Mezopotamyayê, Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Moskovayê, Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî Ya New Yorkê,Bilavkarîya Fîlman Ya Rêtaw, Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Rojava û Festivala Filmên Navneteweyî ya Silêmaniyê re vê Festîvalê li dar dixin.
Ferhat Stêrk destnîşan kir ku mijara esasî ya Festivala Fîlmên Global “Yekitiya Netewî” ye û weha got, “"Ew ê ji bo sinemaya Kurdî di warê xurtkirina dîtina neteweyî de xebateke tematîkî be"
Baştirîn fîllmên 20 salan dê bên pêşkêşkirin
Stêrk wisa dewam kir: “Ji bo ku em vêya bêhtir geş bikin hem em dixwazin derbarê yekitîya neteweyî û şert û mercên sosyo-polîtîk de gotinekê bikin hem dixwazin bersiva wan kesan bidin ku di warê hebûna sinemaya kurd de pirsan û nîqaşan dikin. Ji Yılmaz Guney heta roja me em dê bi derhêner û filmên herî baş yên sinemaya tirk derkevin pêşberî temaşevanan. Em dê di vê bernameyê de filmên herî baş yên sînemaya kurd yên bîst salên dawî peşkêş bikin.
Stêrk dibêje ew dê nêzî sed filmî peşkêş bikin ku hêma û sembolên sînemaya Kurd nîşan didin û awayê çêbûna wan rave dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dê van filman di bernameya îsal de wekî du beşên sereke dabeş bikin: Beşa yekem, dê bijarteyên herî klasîk yên bîst salên dawî yên sînemaya kurd bin. Di bijarteyên nû de filmên ku di du salên dawî de hatine çêkirin -belgefilm, kurtefilm, filmên anîmasyon- dê cih bigirin.
“Endustriya Sînemaya Kurdan nîne”
Alîkara bernameyê Şehrîban Sûyûr jî bal kişand ser organizasyona serkeftî ya festîvalê ya li gel pandemîyê û got, “Festîvala Filmên Kurdan a Londrayê di demeke pir kurt de peyitand ku mirov çawa dikare adabte bibe.
Sûyûrê got wê di festîvalê de gelek çalakîyên din li dar bin û got, “Çalakîyên perwerdehiyê yên bi navê “mastir klas” û hevpeyvîn bêpere bin”
Şehrîban Sûyûr bal kişanda ser tunebûne endustrîya sinemaya Kurdan û weha got, “Lewma derhênerên Kurd, produktor, danasîner û lîstikvanên Kurd ku dixwazin filman bikişînin, di şertên gelekî zehmet de van filman dikişinin.”
Di lîsteyê de dê derhênerên jin jî hebin
Şehrîban Sûyûrê got wan xwastîye ku ev film bê pere bi wan re be bên parvekirin û ji loma spasîya xwe ragihand.
Sûyûrê diyar kir û got “Helbet derhênerên jin jî di lîsteya me de hene” û gava bername amade kirine gelekî bala xwe dane vî tiştî. Temsîliyeta her çar parçeyên Kurdistanê, derhênerên jin, her diyalekta kurdî, huner û nerîtên kurdî û zarakon ji bo wan giring e.”
“Fîlm wê li ser navnîşana www.globalkurdishfilmfestival.com bê nişandan. Kesên ku bixwaze temaşe bike divê tenê wê li platformê bibe endam. Temaşekirina fîlman wê belaş be.”
Xelatên Festîvalê:
- ROJAZER Xelata Baştirîn Filma Metraj Dirêj
- Xelata Baştirîn Belgefilma Mehmet Aksoy
- Xelata Baştirîn Kurtefilma Yilmaz Guney
- Xelata Rûmetî ya FFKL
- Xelata Baştirîn Belgefilma Kurt
- Xelata Baştirîn Lîstîkvana Jin
- Xelata Baştirîn Lîstîkvanê Mêr
- Xelata Fîlma Herî Baş Ya Bijareya Temaşevanan
Hevkarên Festîvala Fîlmên Kurdan a Global:
- Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Amedê
- (Akademîya Sînameyê ya Rojhilata Navîn )
- Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Barselonayê
- (Mostra De Cinema Kurd De Barcelona)
- Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Hamburgê
- (Kurdisches Film Festival Hamburg)
- Festîvala Fîlmên Kurd Ya Los Angelesê
- Festîvala Fîlman ya Mezopotamyayê
- Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Moskovayê
- Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî Ya New Yorkê
- Bilavkarîya Fîlman Ya Rêtaw
- Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Rojava
- Festivala Filmên Navneteweyî ya Silêmanî
Derbarê Festîvala Fîlmên Kurdan a Londrayê de
Festîvala Fîlmên Kurdan a Londrayê di sala 2001ê de ji aliyê komek sînemagerên Kurd yên ciwan ve hatiye damezrandin.
Festîval ji aliyê xwebexşan ve tê birêvebirin û berhem tîne. Heta niha 12 festîval li dar xistine. (AY)