Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di bernameya sêyem de Ronayî Onen bi moderatoriya Serdar Şengulî wê behsa “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” bike. Bername wê di saet 19.00ê Çarşema 17ê Adarê de pêk were.
Di vê rêze-webînarê de wê behsa dîroka kovargeriya kurdî were kirin û bandora van kovaran di jiyana siyasî, civakî, çandî ya kurdan de were nirxandin
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet, Atolye BIA û Enstîtuya Zanê bi hev re vê bernameyê li dar dixin ku yekem bernameya wê roja 3yê Adarê bi beşdariya Serdar Ayî û moderatoriyâ Adnan Çelîkî dest pê kiribû. Ayî di bin sernavê “Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya kurdî li Tirkiyeyê” de behsa taybetmendî û qonaxên kovarên kurdî kiribû.
Duyem bernameya wê roja 10yê Adarê bi beşdariya Tahîr Baykûşak û moderatoriyâ Serhat Bozkûrt dest pê kiribû. Baykûşî di bin sernavê “Di Dema Meşrûtiyeta Duyem de yekem Kovara Kurdan” de behsa kovara Rojî Kurd kiribû.
Bernameya Sêyem a Rêzewebînarê wê saet di 19.00ê li ser Zoomê û di heman demê de li ser hesabê YouTube-ê yê bianetê were weşandin.
Zimanê bernameyê wê bi kurdiya kurmancî be.
Derbarê Ronayî Onenê de
Ronayî Onen dibistana seretayî, ya navincî û lîse li Dêrikê qedandiye. Li Zanîngeha Marmarayê di Beşa Perwerdehiyê de xwendiye. Di dibistan û kursên cûda de mamostetiya îngilîzî kiriye. Lîsansa xwe ya bilind li Zanîngeha Bilgiyê, di beşa Lêkolînên Çandî de kiriye. Piştî ku di sala ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê belgeya mamostetiya Kurdî stendiye, dest bi mamostetiya Kurdî kiriye. Ji sala 2005an ve ye wekî mamoste û aktîvîsta zimanê Kurdî xebatê dike. Di navbera 2009-2018an de li Zanîngeha Bilgiyê mamostetîya Kurdî kiriye. Ji bo hînkirina zimanê Kurdî pirtûkên dersê nivîsandine.
Berhemên wê;
Hînker I, II, III (pirtûkên hînkirina zimanê kurdî), li gel Samî Tan, Stenbol: Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê. 2009-2020
1990’larda Kürtler ve Kürdistan, berhevkarî li gel Bülent Bilmez, Ayhan Işık, Tahir Baykuşak, Stenbol: Weşanan Zankoya Bilgiyê, 2015
Kovara Hawarê û Rola Zimên a di Netewesaziya Kurdî de, Stenbol: Weşanên Peywend, 2019
Derbarê Serdar Şengulî de
Di warê antolojiya olî û antropolojiya siyasî de xebatan pêktîne. Di warê medreseyên Kurd, xebatên piştî mêtîngeriyê û modernbûna Kurdan de nivîs û wergerên wî hene.
Derbarê Kovara Hawarê de
Di qonaxa dawîn a Dewleta Osmaniyan de piraniya zana, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di dema damezrandina Komara Tirkiyeyê de sînorên heyî terikandin û çûne derveyî welat. Bi avabûna komara Tirkiyeyê ve weşangeriya Kurdan li wî welatî bi dawî bû. Heta sala 1945an Sûriye navenda herî girîng a weşangeriya kurdî bû. Rewşenbîrên Kurd ên ku neçar mane ji welatê xwe derkevin li vir dest bi xebatên xwe kirine. Ji bo ku êşa welatê xwe raveyî cîhanê bikin û bi armanca ziman û çanda xwe ya înkarkirî zindî bihêlin gelek berhem weşandine. Kovara ku navê wê kirine Hawar, bi armanca êş û azarên ku tê jiyîn bigihînê cîhanê di 15ê Gulana sala 1932an de li Şamê dest bi weşanê kiriye. Kovara Hawarê yekem kovara Kurdane ku bi alfabeya latînî hatiye weşandin. Roja 15ê Gulanê ku roja yekem hejmara kovarê çap bûye iro ji aliye Kurdan ve weke Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Di Kovara Hawarê de ku bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan ava bûye gelek rewşenbîr û nivîskarê wê demê nivîs nivîsandine. Nivîskar û rewşenbîrên wek Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Kamûran Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan û Qedrî Cemîl Paşa. Digel zihmetî û zorkêşiyan heta sala 1943an 57 hejmarê Hawarê derketiye. Hejmara dawî ya Hawarê di 15ê Tebaxa 1943an derketiye û piştî vê hejmarê weşana Hawarê bi dawî bûye. Hawarê bi lêkolîn û nivîsên têkildarî kurdî, çand, dîrok, erdnîgarî, folklor, muzîk û hunera Kurdan rêgehek afirandiye û bandor li weşanên piştî xwe jî kiriye.
Celadet Elî Bedirxan di hejmara yekem a kovarê de armancên kovarê destnîşan kirine û bal kişandiye ser grîngiya ziman û weha gotiye,
“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn Ji bo ku hûn bikarin beşdarî bernameyê bibin divê forma qeydkirinê tijî bikin. Ji bo formê bitikîne Di 22yê Nîsana 1898an de Mîthat Mîkdat Bedirxanî li Qahîreyê “Rojnameya Kurdistan” çap kiriye ku Kurd di weşangeriya periyodîk de weke serdemeke nû dihesibînin. Di nava 122 salan de kurdan gelek rojname û kovar weşandine. Ev kovar û rojname bi gelek zimanan û bi alfabeyan derxistine û li cografyayeke gelekî berfireh belav bûne. Di van weşanan de bêhtir bi alfabeyên erebî, latînî û kîrîlî, nivîsên bi kurdî, tirkî, erebî û farisî bêhtir hatine nivîsandin. Kurdan cara yekem di sala 1913yan de li Stenbolê kovar Rojî Kurd weşandiye. Kovar bi tîpên erebî û bi tirkiya osmanî û bi kurdî weşana xwe kiriye lê bi tenê çar hejmar çap bûye. Piştî wê bi demeke kurd, Hetawî Kurd weke berdewama vê kovarê derketiye. Dîsa di sala 1913yan de kovara Bangî Kurd, di sala 1918an de kovara Jîn weşandine. Di serdema Komarê de ji ber kurdî û kurd hatine qedexekirin, kurdan xebatên kovargeriyê li Sûriyê, Iraq û Yekîtiya Sovyetan dewam kirine. Di van salan de Hawar (1932) û Ronahi (1942) li Sûriyeyê çap bûne ku her du jî di warê entelektueliyê de mîrateyeke giranbiha ava kirine. Hawar yekem kovar e ku bi kurdiya latînî hatiye çapkirin û di pêşxistina kurdiyê de bûye ekoleke nû. Her weha di warê wêje, folkor û çanda kurdan de nivîsên girîng weşandiye. Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê Ewropa bûye cih û warê ku kovargeriya kurdan lê berdewam kiriye. Ciwanên kurd ên ji bo perwerdeya zanîngehê çûne Ewropayê li hêlekê jî dest bi weşangeriyê kirine. Piştî salên 1960î kurdên ji ber armancên siyasî bûne penaber û berê xwe dane Ewropayê tevlî wan xwendekaran bûne û gelek kovar weşandine. Di wan salan de meyla cîhanê li ser tevgerên azadiya netewî bû. Bandora vê meylê li kurdan jî kiriye û li çar welatên ku kurd lê dijîn xebatên kovargeriyê careke din bûye rojev. Bi taybet jî tevgerên siyasî bi armanca propagandayên xwe bikin, bi alfabe û zimanên cida cida gelek kovar weşandine. Li Tirkiyeyê ji ber ku kurdî bi yaseyan hatibû qedexekirin, kovar bêhtir bi tirkî çap bûne. Kovargeriya kurdan bêhtir di salên 1990î û 2000î de geş bûye. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qedexeya weşana bi kurdî rabû. Ev, di warê weşangerî û kovargeriya kurdî de weke serdemeke nû tê nirxandin. Di van salan de weşangeriya kurdî ne tenê bi rojnameyan, bi ajansên nûçeyan, kanalên televizyon û radyoyan jî dengê xwe derxistiye. Her weha gelek kovarên çandî-hunerî, yên derbarê zarok, jin, karîkatur, çanda populer û dîrokê de van salan çap bûne. Her kovarek bi nivîs û naveroka xwe rewşa dema ku tê de hatiye weşandin, mîrate, asta entelektuelî, çand û hunera wê demê, meyla siyasî, çalakî û bername, xeyalên civakê, nêrîna li civakê û rê û rêbazên têkoşînê yên serdema xwe nişan dide. Ji ber wê jî her kovarek gencîneyeke çandî ye û ji bo serdemên girîng ên dîroka kurdan werin famkirin xwedî roleke mezin e. Ji Rojî Kurd heta roja me her kovara ku hatiye weşandin di têkoşîna siyasî, çandî û ziman a kurdan de bûne hîmên sereke. Di vê rêzewebinaran de wê behsa dîroka kovargeriya kurdan were kirin û bandora wan a li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya kurdan û naverokên wan nîqaş çêbibin. 1. 3ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 "Kovar: Şêweyê têkoşîna wêjeya kurdî li Tirkîyeyê" Axiver: Serdar Ay Moderator: Adnan Çelik Ziman: Kurmancî 2. 10ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19.00 “Di dema Meşrutiyeta Duyem de yekem kovara Kurdan: Rojî Kurd” Axiver: Tahir Baykuşak Moderator: Serhat Bozkurt Ziman: Kurmancî 3. 17ê Adara 2021ê Çarşem Saet 19:00 “Têkiliya Kovara Hawarê bi avakirina nasnameya netewî û bi çapemeniyê re” Axiver: Ronayî Onen Moderator: Serdar Şengul Ziman: Kurmancî 4. 24ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di dema Şerê Sar de li Ewropayê têkoşîna Kurdan û Kovargeriya Kurdî (1949-1971)” Axiver: Adnan Çelik Moderator: Derya Aydın Ziman: Kurmancî 5. 31ê Adara 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di salên 1990î de rewşa kovargeriya Kurdî û Kovara Rewşenê” Axiver: Engin Sustam Moderator: Namık Kemal Dinç Ziman: Tirkî 6. 7ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di weşangeriya kurdî de nûçegîhaniya kovaran” Axiver: Gunay Aslan Moderator: Ferid Demirel Ziman: Tirkî 7. 14ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovar û kovargeriya jinan ên kurdan” Axiver: Rojda Yildiz Moderator: Eda Bazancir Ziman: Tirkî 8. 21ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Kovara Vateyê: Dibistana Kirmanckiyê” Axiver: Deniz Gunduz Moderator: Canan Efe Ziman: Kirmanckî 9. 28ê Nîsana 2021ê Çarşem Saet:19:00 “Di kovargeriya Kurdî de ekola Nûbiharê” Axiver: Suleyman Çevik Moderator: Ferid Demirel Ziman: Kurmancî (AY)Webînara Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî
Bernameya RêzeWebinarê